Li gor raporta kanaleke Îsraîlî, Netenyahu got heke Esad, rê bide Îranê da ku binkeyên leşkerî li ser xaka Sûriyê damezrîne, Tilaviv Sûriyê dike armanc û hişyarî da Esadî ku wê demê Îsraîl jî dê biçe tevlî şerê navxweyî yê Suriyê bibe.
Berpirsên Îsraîlê zanyariyan didin ku ku Îran binkeyên leşkerî li nêzîkî Şamê ku peytaxta Suriyê ye dadimezrîne.