“Netewe û Neteweperwerî” nave pirtûka Serwet Ornek e. Ev pirtûk sere demekîye ye ku di refên pirtûkxaneyên kurdî de cihê xwe girtîye. Pirtûk ji alîyê Weşnên J&J ve hatîye weşandin.
Pirsgirêka netewe û neteweperwerîyê yek ji mijarên ilmê civakî ye ku ji bo ravekirina wê hewcedarî bi gelek têgehan heye. Divê were gotin ku Serwet Ornek, di vî warî de, gelek biserketî ye û kurmancîyê bi hostayî bi kar anîye. Mamoste Serwet, vê babetê ne bi tenê bi zimaneke xweş û herikbar rave dike, lê ew di heman demê de gelek biwêj (deyim) jî derxistine ronahîyê. Ev kar, ji bo xebatên di vî warî de, rê xweş kirîye, xezîneya biwêjan dewlemend kirîye. Loma jî Momoste Serwet, bi vê xebata xwe, hêjayê pezindayînê ye.
Mamoste, xwestîye bi vê berhemê hişmendîtîya neteweyî xwirt bike û bala ciwanên me bikşîne ser vê mijarê. Ew, vê berhemê dîyarîya “keçmîr û mîrzeyên hişyarbûyî” yên kurd dike.
Mamoste Serwet , bi armanca rawekirina ”him sedem û pêvajoya neteweperwerîyê û him jî encamên wê” vê kitêbê nivisîye. Ji bo gihandina vê armancê û zelalkirina mijarê, wê kitêb li bersîva van pirsan bigere: “Gelo pêvajoya dîrokê da netewe û neteweperwerî di kîjan merhaleyên civakî û dîrokî da derbas bûne; di encamên kîjan bûyerên herêmî û gerdûnî da kemilîne; çawa bûne sedemê hilweşîna qralîyet û împaratorîyan û di demeke kurt da çawa bûye îdeolojîyeke sereke û bi bandor?”
Di destpêka kitêbê de, niviskar amaje bi vê yekê dike ku bersîvadyîna van pirsan wê rewşa me kurdan jî zelal bike û ew dê lê hûr bibe ka di sedema netewe-dewletan de çi mafê me heye. Niviskar, di paşdamayîna hişmendîtîya neteweyî ya kurdî da, tesîra vegotinên xapînok ên wek “biratîya gelan” û “biratîya umetê” jî binxet dike.
Ew bi vê xebatê dixwaze van peyaman jî bigîhîne keçmîr û mîrzeyên di xewa mirinê da ne: nasandina netewe û neteweperwerîyê, sebebên ku hinek netewe bûne desthilatdar û hinek jî bûne blindest û mane li kuçan.
Mamoste Serwet di nivisandina vê kitêbe de ji gelek çavkanîyan îstîfade kiriîyê, lê wî, bi giranî, xwe sipartîye xebata akademîsyen Umut Ozkirimli ya bi nave “Milliyetçilik Kuramlari”. Hêjayê gotinê ye ku pirtûka Umut Ozkirimli di unîversîteyên Tirkîyê de, di mijarê netewe û neteweperwerîyê de, çi ji bo xebatên di asta “lîsanasa bilind” û çi jî ji bo tezên doktorîyê, yek ji wan çavkanîyên esasî ye.
Pirtûk ji pênc beşan pêk tê:
- Wate û Pênasîya Neteweperwerîyê
- Di Pêvajoya Dîrokê da Netewe û Netewperwerî
- Teorîyên li Ser Neteweperwerîyê
- Tîpolojîyên Neteweperwerîyê
- Hin Pêkhatîyên Netewe û Neteweperwerîyê.
Pirtûk, bi sernivisa “Di şûna encamê de” bi dawî dibe.
Mamoste Serwet, di destpêkê de amaje bi vê yekê dike ku ev pirtûk di îdîaya xebateke akademîk da nîne. Ew çima wusa dibêje nayê fahmkirin. Ji ber ku babet berbiçav e û xwe bi çerçeweyekê sînor kirîye; pirsên ku wê werin bersîvdayîn hatine destîşankirin. Loma jî dive mirov, di çerçeweya normên akademîkî de, vê kitêbê bixweyne û binirxîne. Ger ku, di vî warî de, nelihevbûyînek hebe, ku heye, dive were binxwetkirin da ku ev babet him di ware estetîîkî de û him jî d ware navarokê de were xweşkirin û kemilandin.
Jixwe Mamoste Serwet neteweperwerîyê wek mijareke ilmê civakî pênase dike û bala xwendevanan dikşîne ser problemên ilmê civakî. Ji berku di ilmê civakî de korelasyoneke zelal di navbera sebeb û encam da tune, rûdana bûyerê dikare bibe encama gelek sebeban. Li alîyê din, her ramanwer, li gor şaxa ilmî ku ew pê mujûl in, bi alîyekî bûyerê digre û wê bi berçavka xwe ya îdeolojîkî rawe dike. Ji ber vê yekê ye ku di pênaseya netewe û neteweperwerîyê de gelek teorîyên cuda hene.
Pirtûk, di vê çerçeweyê de, bale dikşîne ser sê paradîgmayên esasî:
Seratayetî (prîmordalîzm): Netewe qedîm in, bi xwe çêdibin.
Modernîtî: Netewe, berhemê serdema modern in, têne çêkirin.
Etno-sembolîstî: Netewe xwedî kokeke qedîm a etnîkî ne. Ferqîya di navbera neteweyên sedsala 18an û civakên etnîkî yên kevn, kvantîtatîv (nicel) e.
Herçî maneya têgeha netewe û neteweperwerîyê ye, li gor Mamoste Serwet, di navbera lêkolîneran de ti lihevkirineke berbiçav nine. Di vê babetê de niviskar bi devê gelek lêkolîneran, netewe û neteweperwerîyê tarif dike û li ber çavan radixe. Herçend nêrîn ji hev cuda bin jî, li gor Mamoste Serwet ” di vê mijarê de encamek teqez heye. Kodên dîroka netewe û neteweperwerîyê di têgeha moderntîyê veşartî ne.” Mamoste Serwet, di rûpelê 31 de, bale dikşîne ser nêrînên Gellner û Hobsbawn ku du pêşengeên paradîgmaya modernist in. Li gor wan, netewe ji alîyê neteweperweran ve tên afirandin an jî îcadkirin. Mamoste Serwet vê nêrînê dipejirîne û ewha dibêje: “Bi rastî jî ev fikra hanê gelek di cîh da ye”.
Mamoste Serwet di rûpelên din yên kitêbê de neteweyan wek bûyereke xwezayî pênase dike. Ew di rûpela 115an de weha dibêje: “Çewa ku dest, pê, çav, dil û ezayên hwd. mina ezayên bedena mirovan yên xwezayî tên qebûlkirin, li gor min hêmanên bingehîn ên neteweyî jî hene û ew jî ziman, dîrok, edebîyat, hunerên bedew, folklore e ango bi giştî çand e”. Bi vê tespîtê jî ew ji teorîya modernîst dûr dikeve. Jixwe di rûpelên dawî yên pirtûkê de Mamoste Serwet bi tevayî navbeynê dike navbera xwe û nêrîna modernîst û weha dibêje: ”sînorên neteweyan di eslê xwe de bi sînorên ziman û çandê tê dîyarkirin”
Loma jî mirov dikare bêje ku Mamoste Serwet, di nirxandina nêrînên cuda de xwedî helwesteke zelal nine, dudilî ye.
Pirtûk bi nêrîn û şîretên Mîr Celadet yên di derbarê girîngîya zimên de, bi dawî dibe. Malûm e, Xoybûna ku bi serokatîya Mîr Celadet li Çîyayê Agirîyê konê azadîyê vedabû, negîhîştiye armanca xwe. Şikestina şere çekdarî , têkoşîna neteweyî ber bi qonexeke nû ve diajo; xebata ji bo alfabe, rêziman û ferhengê dikeve rojevê. Mîr Celadet, pêwistîyên wê qonaxê bi axaftinek tine ziman.Ev axaftin di navbera Mîr û xencera wî de derbas dibe. Mîr, pêl û hêrsa xencera xwe dadwesîne, bêyî ku dilê xencera xwe bihêle, bêyî ku wê ji xwe bixeydîne, bi zimanekî edebî, bi xencera xwe û miletê kurd dide fahmkirin da ku em li gor qarakterê proseyê tevbigerin, giranî bidin xebata ferheng û zimanê kurdî.
Çend Gotin:
Piştî ku min ev pirtûk xwend min pêwistî bi vê yekî dît ku ez bala xwendevanên ku bi vê babetê bilî dibin, bikşînim ser çend xalan:
1- Teorîyên ku di rewcê da ne, piranîya wan, Ewro-Center in. Ev teorî fikra miletbûyînê wek amûreke guhartina hîyarerşîya civakî ya hundurîn dinirxînin. Di van teorîyan de “yên dinê” desthilatdarîya tradîsyonel e. Herdû teraf jî mensûbê heman neteweyê ne. Ev fikir, di nîvê sedsala 16an li Îngîlterê dixuluqe û ji alîyê desthilatdar û entelîjansîyayê civakên din ên Ewrûpayê ve tê îthalkirin. (1)
2-Di serdema netewe-dewletan de fikra netewebûyînê, li ser esasê dendikeke etnîkî, bûye endezyarîya homojenîzekirina civakê. Ji proseya vê homojînezîkirinê re ”netewesazî” tê gotin. Ev têgeh, karakterê esasî yê teorîya modernîst destnîşan dike.
3-Netewesazî, tevayîya kêmnetewe û gurûbên etnîkî yên ku di nava sînorên sîyasî yê netewe-dewletan da dijîn, perçeyeke neteweyê serdest dihesibîne. Em di serdemekî de dijîn ku bi hezaran qewm/netewe ji alîyê sînorên çend sed dewletan de hatine dorpêçkirin û dîlstendin. Ev rewş, bi huqûqeke navdewletî û bi teorîya modernîst wusa tê ravekirin ku herçî ne netewe-dewlet be, nikare di vê qadê de cîh bigre, nikare bibe xwedî sitatû ya neteweyî. Bi gotinke din, herçî ku ne netewe-dewlet in, ew di hîyarerşîya navneteweyî de xwedî cîhekî nizm in. Ew, wek “gel” an “grûba etnîkî” tên binavkirin.
4-Neteweperwerîya neteweyên bêdewlet îdeolojîya guhurandina hîyarerşîya neteweyî ya derva ye. Ev hiyarerşî, bi rêya netewesazîyê, ji alîyê hêza derve ve li ser wan hatîye ferzkirin. Armanca neteweperwerîya neteweyên bêdewlet, şikandina cendereya netewesazîyê ye. Ji bo neteweyên bêdewlet “yên din” neteweyên serdest in. Hêjayê gotinê ye ku li gor hinek ramanweran, teorîya modernist ya netewesazîyê (nation building) wek teorîya neteweperwerîyê nayê hesibandin. (2)
5-Teorîyên di rewacê de pirsgirêka neteweyên bêdewlet rawe nakin. Felsefeya hebûnê, “hebûna ji bo xwe” dikare bibe çerçeweyeke fikrî ji bo van neteweyan.
Salim Çelîker. 21-05-2023
1-Liah Greenfeld, Milliyetçilik, Moderniteye Giden 5 Yol.
2-Christophe Jaffrelot, For at Theory of Nationalism.