Navenda Nûçeyan- Antonio Guterres, Sekiretêrê giştîyê Neteweyên Hevgirtî ragehandinek derbarê xwenîşandanên Îraqê belav kir û têde daxwaz ji hikumeta Îraqê kir, sazî û şanderên dîplomat biparêze.
Herweha Guterres, nîgeranîya xwe derbirî beranber bikarhînan tundûtîjîyê dijî xwenîşanderan û daxwaza hêwirî, hedarîyê, paraztina canê xwenîşanderan û azadîya raderbirînê dike.