Neteweyên Yekbûyî hebûna Îsraîlê ya li Sûriyeyê gotûbêj kir

.

 Serokê Operasyonên Parastina Aştiyê yên Neteweyên Yekbûyî (NY) Jean-Pierre Lacroix li ser metirsiya hebûna hêzên Îsraîlê yên li Sûriyeyê hişyarî da.

Piştî ku rejîma Beşar Esed rûxiya û ew reviya, hêzên Îsraîlê derbasî başûrê Sûriyeyê bûn.

Li gorî peymanên sala 1974an ew der herêmeke taybet e û ji aliyê hêzên navneteweyî yên Neteweyên Yekbûyî (NY) ve tên parastin.

Serokê Operasyonên Parastina Aştiyê yên Neteweyên Yekbûyî (NY) Jean-Pierre Lacroix got:

“Wekî hûn dizanin, guherînên mezin li Sûriyeyê çêbûn ku di nav de çavdêriya nehiştina pevçûnan, rûxîna hikûmeta Esed û derbasbûn, hebûn û çalakiyên hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê yên li herêmê jî hene.”

Jean-Pierre Lacroix li ser metirsiya derbasbûna hêzên Îsraîlê agahî dan û ew wekî binpêkirin bi nav kir.

“Binpêkirineke eşkere ye”

Serokê Operasyonên Parastina Aştiyê yên Neteweyên Yekbûyî (NY) Jean-Pierre Lacroix anî ziman:

“Min derbarê hebûna artêşa Îsralê ya li herêma cudakar tekezî li ser tirsa me kir.

Ew binpêkirineke eşkere ya peymanên sala 1974an ên di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de ye.

Her wiha min nîşan da ku hêzên Neteweyên Yekbûyî yên çavdêriya nehiştina pevçûnan, hejmarek gilî ji şêniyên herêmê wergirtine.

Me jî nerîna xwe li ser girîngiya çareserkirina van tirsan anî ziman.

Me nerîna xwe ya derbarê piştrastbûna ji parastin, selametî, ewlehî û mal û milk û xweşguzeraniya xelkê da zanîn.”

Piştî rûxîna rejîma Beşar Esed û reva wî hêzên Îsraîlê ber bi başûrê Sûriyeyê ve, bi pêş ve çûn û derbasî wan herêman bûn.

Li gorî rêkeftina sala 1974an, başûrê Sûriyeyê herêmeke taybet e bi hêzên navneteweyî yên operasyonên parastina aştiyê yên Neteweyên Yekbûyî.

Kurdistan Haberleri

Êrişî Qada Gazê ya Kormorê hat kirin
Zanîngeha Kurdistanê ya Sineyê pêşbirka Xelata Qelama Hejar li dar dixe
Mesrûr Barzanî li ser biryara Parlamentoya Îraqê peyamek belav kir
SÛRIYE - 3 Ciwanên Kurd bi hinceta ‘wêneyê Bavê Teyar’ hatin revandin
PDK piştî 8 salan bi Ala Kurdistanê vegeriya Xurmatûyê