Neteweyên Yekbûyî: Ji %90ê penaberên Sûrî yên li Lubnanê pêwîstiya wan bi alîkariyê heye

.

 Sê ajansên Neteweyên Yekbûyî hişyarî li ser rewşa penaberên Sûrî yên li Lubnanê dan ku ji sedî 90ê wan pêwîstiya wan bi alîkariya mirovî heye.

Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, Bernameya Xoraka Cîhanî û Ajansa ji bo Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin, “Ji sedî 90ê malbatên penaberên Sûrî yên li Lubnanê pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye.”

Nûnerê Bernameya Xoraka Cîhanî li Lubnanê Abdullah Werdat got, “Asta ewlekariya xorakê ji bo penaberên li Lubnanê pir xirab e.” Her wiha spasiya civaka navdewletî kir û got, “Bernameya Xoraka Cîhanî ji her sê kesan alîkariya kesekî dike. Em alîkariya darayî, xorak û pêdiviyên dibistanê didin.”

Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî Ayakî Îto got, “Ji sala 2022an ve, nirxê pêwîstiyên bingehîn %700 zêde bûne û li Lubnanê, malbat ji xerciyên xwe kêmtir qezenc dikin.”

Li gorî Neteweyên Yekbûyî ji sedî 60ê zarokên penaberên Sûriyê yên li Lubnanê diçin dibistanê ku sala borî ji sedî 68 bû.

Ajansên Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniya hevbeş de gotin, “Ji her 10 xort û keçên penaber, şeş kes rastî tundûtûjiyê tên.”

Ajansa penaberan ya Neteweyên Yekbûyî 825 hezar Sûrî li Lubnanê tomar kirine lê ji sala 2015an ve li ser daxwaza desthilatên Lubnanê qeydkirina wan rawestandiye û bi texmînî yek milyon penaberên Sûrî li wî welatî hebin.

Di destpêka vê salê de rayedarên Lubnanî plana vegerandina penaberên Sûrî ragihandin ku niha rojane 15,000 penaberên Sûrî ji bo Sûriyê têne vegerandin.

Kurdistan Haberleri

QAMIŞLO - Komkujiya Ermenan di 110emîn salvegera xwe de hat bibîranîn
HSDyê li ser civînên Mezlûm Ebdî yên li Hewlêrê daxuyanî da
Serok Barzanî: Bêdewletbûna Kurdan sedema rûbirûbûna bi jenosîd û tunekirinê re ye
Serok Barzanî şehîdên Qeladiz û Zanîngeha Silêmaniyê bi bîr anî
Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan