Neteweyên Yekbûyî li ser DAIŞê raporek belav kir

.

Neteweyên Yekbûyî bi raporekê ragihand ku heta niha 5 hezar heta 7 hezar çekdarên DAIŞê li Sûriye û Îraqê hene û metirsiyê li ser civaka navdewletî çêdike.

Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî nêzîkî 11 hezar çekdarên DAIŞê di zindanên Rêveberiya Xweser de û herwiha di kampên Roj û Holê de hene.

Di nava wan girtiyên DAIŞê de 3 hezar û 500 çekdar ji Îraqê û 2 hezar jî ji 70 welatên cuda cuda ne.

Rapora Neteweyên Yekbûyî diyar kiriye ku li Sûriye û Îraqê 55 hezar kes hene, dibe ku pêwendiya wan bi DAIŞê re hebe.

Di beşeke din a raporê de behsa metirsiya malbatên DAIŞiyan ên ku di kampa Holê de dimînin jî kiriye.

Hat diyarkirin ku zêdetirî 11 hezar zarokên Îraqî, 16 hezar zarokên Sûriyeyî û zêdetirî 6 hezar û 700 ciwanên ji 60 welatên cuda di nav wan de hene.

Rêveberiya Xweser bi berdewamî banga çareserkirina rewşa DAIŞî û malbatên wan ên di nava zindan û kampan de dike lê heta niha civaka navdewletî bersiva wan daxwazan nedaye.

Kurdistan Haberleri

Sitêrek ji Hunera Kurdî ji nav me barkir! Hunermend Remezanê Omerî jiyana xwe ji dest da!
Hejmara (25) a Kovara Şermola Derket
Hemû deynên Sûriyeyê hatin dayîn
Rejîma Îranê hunermendekî Kurd girt û 2 kolberên Kurd jî birîndar kir
Efrîn | 6 çekdarên Tirkiyê piştevaniya wan dike hatin kuştin û birîndarkirin