Neteweyên Yekbûyî sûcên 4 hezar kesên rejîma Esed belge kir

.

Lêkolînerên Neteweyên Yekbûyî (NY) lîsteyên nehînî yên 4 hezar tawanbarên tawanên giran li Sûriyê amade kir da ku piştî ruxîna rêjîma Beşar Esed berpirsiyarên wan tawanên li Sûriyê bên darizandin.

Berpirsa Komîteya Lêkolînê ya Navdewletî ya Serbixwe ya Taybet bi Sûriyeyê ya NY, Linnea  Arvidsson, ji ajansa APyê re ragihand, "Divê bal were kişandin ser kesên ku berpirsiyariya sereke ya binpêkirinên ku di salên dirêj de hatine kirin hildigrin, li şûna ku bala xwe bidin ser tawanbarên asta jêrîn.”

Linnea Arvidsson, belgekirina tawankariyên 4 hezar kesan eşkere kir û got: "Pir girîng e ku sûcdarên di asta herî bilind de bên darizandin."

Arvidsson diyar kir ku tîmê heta niha 170 lêkolîn li ser tawanên şer ên li Sûriyê kirine ku bûne sedema 50 darizandinên bi tawanên şer û tawanên dijî mirovahiyê li Sûriyê.

Berpirsa NY da zanîn, ew hîn negihîştine rayedarên payebilind lê "Niha derfetek heye ku ew jî berpirsyariyê hilgirin.”

Arvidsson anî ziman ku wan “çîroken bêtirî 11 hezar şahidên Sûrî belge kirin, ku piraniya wan qurbaniyên binpêkirinan û yên ji binçavkirinê rizgar bûne û hin şahidên din in."

Kurdistan Haberleri

Mamosteya Kurdî li Sineyê 5 sal ceza xwar: ‘Fêrkirina Kurdî sûc e?’
Artêşa Tirkiyeyê li hin herêmên Kurdistanê belavokan davêje
Rûsyayê agirbest bi Ukraynayê re ragihand
Amerîkayê hişyariya gerûgeşta li Sûriyeyê da
Navê stada Fenerbahçeyê dê bibe 'Kobanî'