Di daxuyaniyekê de ku taybet e bi hevkariyên nû yên hikûmeta Amerîka bo avedankirina bajarên nû hatina avedankirin ên Mûsil û navçeyên derdora wê, rêxistina UNHCR aşkere kir, erkekî zehmet û proseyeke dirêj bo avedankirina bajarên wek Mûsil, Rumadî pêwîst e.
Herwiha wê rêxistina ser bi Netewên Yekgirtî ve ragihand, navçeyên wek Şingal, deşta Neynewa û Enbarê hîna bi tevahî nehatine pakirin û xizmetguzariyên seretayî wek av û elektirîkê nîn in, ji ber wê ew navçe ne guncaw in bo koçber vegerin wan navçeyan.
Ji piştî bûyerên 16 Cotmehê, Şingal ji aliyê Heşda Şeibî û hêzên Iraqî ve tê birêvebirin û beşek mezin ji xelkê wî bajarî ji kêmbûna xizmetguzariyan û spandina ecindeyên aliyekî diyarkirî nerazî ne.