New York Times: Trump li bankayekî Çînê hesab vekiriye

Rojnameya New York Times ya Amerîkî ragihand ku Serok Donald Trump hebûna hesabê xwe yê li bankayeke Çînî qebûl kiriye.


New York Timesê da zanîn ku Trump di sala 2013 û 2015an de ji hesabê Trump International Hotels Management bac daye Çînê.
Berdevkekî Trump got ku ew hesab bo ‘’kişfkirina potansîyela karên otelan yên li Asya’’ hatiye vekirin.
Trump, ku naxwaze kompanîyên Amerîkî bi Çînê re hevkarîyê bikin, dijî wî welatî dest bi şerekî bazirganîyê kiribû.
New York Times, hebûna wê hesabê li Çînê, di ser qeydên bacê yên Trump re ragihand.
Wê rojnameyê di nûçeyên xwe yên berê de jî dîyar kiribû ku Trump di sala 2016 û 2017an de li Amerîka bi tenê 750 dolar bac daye.
Li gor rojnameya New York Timesê, Trump bi hesabê li Çînê 188 hezar û 561 dolar bac daye.
Trump di rojên borî de kurê namzedê Partîya Demokrat Joe Biden, Hunter Biden jiber peywendîyên bazirganî yên bi Çînê re rexne kiribû.

 

Amerîka Haberleri

Axaftina xatirxwestinê ya Biden: ‘Baweriya xwe biparêzin’
Encumena wezîran ya Iraqê biryara Kerkûkê da: Wê serjimêra sala 1957an esas be
Amerîkayê derbarê leşkerê li Îzmîrê telîs xistibûn serî wî daxuyanî da
Biden: Ez piştgiriyê didim namzediya Kamala Harrisê
Biden derbarê êrişa li dijî Trump daxuyanî da