New Zelandayê perwerdeya hêzên Iraqê rawestand

Hikûmeta New Zelandayê erkê perwerde û rahênan kirina hêzên Iraqî rawestandû daxwaz ji welatîyên xwe dike, demekî herî zû de Iraqê bicih bihêlin.

Navenda Nûçeyan- Wezîrê Berevanîyê yê New Zelandayê Ron Mark di daxuyanîyekê de eşkere kir, wan erkê rahênan kirina hêzên Iraqî li serbazgeha Tacî rawestandine.

Ji alîyê xwe ve, Wezareta Derve ya New Zelandayê ragihand, bi sedema hevrikîyên di navbeyna Amerîka û Îranê de, piştî kuştina Qasim Suleymanî, rewşa Iraqê ber bi xerabûnê ve diçe. Lewma pêwîst e welatîyên New Zelandî, bi zûtirîn dem Iraqê bicih bihêlin.

Herweha Wezareta Derve ya New Zelandayê ragihandîye, ku niha rewşa ewlehîyê li Iraqê ne aram e û pêwîst e welatîyên wan li Iraqê nemînin.

Basnews

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes