Yusuf Kaynak
Newroza ku ev sed sal in cejna gelê Kurd e, her sal di 21’ê Adarê de tê pîrozkirin.
Newroz (nû-roj), ku tê maneya “roja nû”, di heman demê de mizgîniya destpêka biharê ye, sembola ronîbûn, bedewî û nûbûnê ye.
Newroza ku gelê Kurd di dilê xwe de zindî dihêle, îro bûye sembola berxwedanê ya li dijî zilma netewî û her cure mêtîngerî. Ji ber vê yekê ên ku Kurdistanê dagîr dikin, pîrozkirina Newrozê qedexe dikin û cezayên giran li kesên ku pîroz dikin, didin. Gelê Kurd îsal jî di heman şert û mercan de xwe ji bo pîrozkirina Newrozê amade dike.
KURTE DÎROKA NEWROZÊ Û GİRÎNGİYA WÊ:
Yek ji dîroknasên Kurd ên sedsala 17’an de Şerefhan Bitlisî ye ku di pirtûka xwe ya bi navê “Şerefnamê” de li ser çêbûna Newrozê van agahiyan dide:
“Demekê kevnar de welatekî dişibiya cennetê, tijî çiya û newal û gelî bûye û xelk lê dijiyaye. Her çiqas ew gel xwediyê welatekî xweş û dewlemend bû, lê pir bêbext û bê deng û xemgîn bû, ji ber ku ew padîşahê wan pir zalim bû.
Ji vî padîşahî re digotin “Dahhakê” (Zahhak) ku aliyê du marên li ser milên wî ve ew dihatiye xwarin û ew maran jî bi mejiyê du ciwanan (lawek û keçek) derman dibûye, dijiyaye. Lê gel bi tirs û xof li vê bûyera hovane temaşe dikiriye ku li hemberê wê bêhêvî û bêçare bûye. Her roj ji bo du zarokên ku mirine şîn digirtin. Dahhak di qesra xwe de hukumdariya xwe didomand.
Rojekê mêrxasekî bi navê “Kawa” yê hesinkar ku li welatê xwe û li welatên derdorê baştirîn şûr çêdikirine, hişyarî daye xelkê ku ew ê li dijî Dahhak’ê zalîm serî hildin û lomaye wî berê ciwan birêxistin kirine. Xelkê ji tirsa Dahhak zalim û hovîtiyên wî her berê xwe didaye çiyayan.
Piştî demekê Kawa yê hesinkar daxuyandiyeke kiriye ku divê ew bi ser qesra Dahhak de bigirin û ew ê (Kawa ye hesinkar) dê agirekî vêxine û ragihînin ku wî di kuştina Dahhakê zalîm de ew ye bi ser ketine. Ji bo belav kirina vê mizgînê jî, lazim bûye ku mirovê wî jî bi gotina wî bikin.
Kawa û hevalên xwe avêtin ser qesrê û karîbûn Dahhak bikujin, piştî wê yekê jî gel bi kêfxweşî li wir li wê li her derê agir vêxist. Vê yekê ji nişka ve dawî li zilmê anî, bû destpêka rojek nû”.
Di berhema xwe ya bi navê “Murudj al-Dhaba we Maadin al-djawher” de dîroknasê Ereb yê sedsala 14’an Mesûdî jî behsa Kurdan û Newrozê dike. Ew dinivîse ku Kurd ji destên Dehhak’ê zalim rizgar bûne û ji yên gelên Îranê ne. Ew her wiha dinivîse ku Dahhak, ku piştî mirina Cemşîd padîşahê pêncemîn bû, pir zalim bûye, lewra hin dîroknas jê re digotin ‘Şîddah’ (hêz).
Li gorî rîwayetan e, Dahhak ku bi nexweşiya penceşêrê (seretane) ketibûye, şîretê lê dihatin kirin, ku her roj birînên xwe bi mejiyê du ciwanan bikewîne û bi vî awayî êşan kêmtir bike!. Celadê serperiştiya vî karî bi dizî ji her cotek xortan yekî serbest berdide ku nê serjêkirin û li şûna mejiyê wan mejiyê pezekê wekû melhem bikar anîne. Ew ciwanên ku reviyane li çiya hev dîtine û xwe li wir bi rêxistin kirine. Dibêjin Kurd ji wan kesên reviyane çiya hatine meydane.
Çîroka navborî di “Şahname” (Pirtûka padîşah) de jî ji wê çîrokê tê behs kirin, ku di destpêka sedsala 11’an de, ji aliyê Firdewsî ye Îranî ve bi şêweya destanî hatiye nivîsandin û ku dîroka Îranê (ji aliyê Îranê ve), ji afirandinê heta roja îro vedibêje, ku dagirkeriya Ereban diyar dike.
Li gor efsaneyeke din jî, tê gotin ku çîroka Dahhak pir kevnar e ew di 2094an B.Z. de jiyaye (dijiyaye). Tê gotin ku Kawa yê hesinkar di encama serhildana ku amade kiribû de alayek xwe ya bi navê “Dirafş” çêkiriye da ku bizanin Dahhakê zalim ji desthilatiya welat ew î bêpar bihêle.
Ji bilî van çîrokên mîtolojîk ên li ser Newrozê ên siyasî û dîrokî jî hene. Wekî mînak îsal Kurd û Îranî di 21ê Adarê de 2636’emîn cejna Newrozê pîroz dikin. Di vê tarîxê de di sala 612a B.Z. Împaratoriya Asûrî ji hêla Medan ve hatiye hilweşandin. Ev bi kevneşopî heta roja îro tê pîroz kirin. Û bi rasthatinî, Neteweyê Yekbûyî jî 21ê Adarê wek ‘Roja Têkoşîna dijî Apartheidê’ îlan kir.
JİYANDİNA KEVNEŞOPİYA NEWROZÊ
Wekî ku me berê jî dîtiye, Newroz her sal di 21ê Adarê de li Kurdan û hemû gelên din ên Îranê tê pîrozkirin. Belgeya sereke ya ku Kurdistanî di van salên dawî de vê cejnê bi girseyî/qelebalix pîroz dikin, ew jî pêşxistina hişmendiya neteweyî ya Kurdistanî ye. Şert û mercên pîrozkirina Newrozê ji bo Kurdan çiqasî ne mumkin bin jî/giran jî bibe, ew ê bi pêxistina agirê gur pîroz kin.
Li Bakurê Kurdistanê (Tirkiyê) ev cejn heta salên 2000’î bi tevahî qedexe bû, lê di van salên dawî de tenê di bin kontroleke tund de tê pîrozkirin û li parçeyên din ên Kurdistanê jî di van salên dawî de hema bêje bê pirsgirêk ji aliyê Kurdan ve bi girseyî/qelebalixên mezin tê pîrozkirin. Bi salan e Newroz di nav xwendekar û xebatkarên Kurdên dîasporayê yên li Ewropa û cîhanê de jî bi girseyî tê pîrozkirin. Zindîkirina kevneşopiya Newrozê her sal girîngtir dibe, ji ber ku Newroz êdî agirê berxwedanê yê nemir e. Agirê Newrozê sembola azadî û serxwebûnê ye.
Den Haag, 18.03.2024