Gerînendeyê nexeweşxaneya herî mezin ya Efrînê Xelîl Sebrî civîneke çapemeniyê li darxist û ragihand ku, alavên tibî ên li nexweşxaneyên li ber xelasbûnê ye.
Li gor nûçeya Reutersê Sebrî weha gotiye: "Em ji Neteweyên Yekbûyî daxwaz dikin ku dawiya li êrîşkariya Tirkiyê bîne. Rewşa tibî ya li Efrînê her ku diçe xerabtir dibe û alavên tibî li ber xelasbûnê ne."