Nêzîkî 2000 koçber li ser sînorê Polandayê di rewşeke xirab de ne

.

 Bi sedan koçberên Kurd û welatên din li ser sînorên Belarusê û Polandê asê mane, û destûr nayê dayîn, ku derbasî Polandê bibin.Ew koçber di rewşek xirab de ne, û hin ji wan xêzandar in, û zarokên wan hene, û di bin sermayê, tî û birçî jiyana xwe derbas dikin.

Raporeke Rêxistina Hevahengî û Geşedana Aborî ku 38 welat endamên wê rêxistinê ne dibêje, sala derbasbûyî ji ber qedexeya çûn û hatinê hejmara koçberan a bo wan welatan bi rêjeya ji sedî 30 daketibû. Lê îsal ji ber vekirina sînor û firokexaneyan, pêla koçberan bo wan welatan dîsan destpê kiriye.

Li gor amarên fermî, ji destpêka îsal ve, zêdeyî 4 hezar û 100 koçber ji ser Belarusê çûnê Lîtwanya, ku beşa herî zêde ya wan xelkê Herêma Kurdistan û Iraqê bûn. Piştî asêkirina sînorên Lîtwanya, ji meha Tebaxê ve nêzîkî 26 hezar koçberan hewl dane biçin Polandê. Serkirdeyên Yekitiya Ewropayê dibêjin sedema vê pêla koçberan siyasî ye û ji aliyê Belarusê vê tê arastekirin. 

Berdevkê Serokê Komîsyona Ewropayê Dana Spinant jî got: “Serokê Komîsyonê bi eşkere daxwaz kiriye ku divê Belarus bikaranîna koçberan wek karteke siyasî rawestîne ji ber ev yek jiyana xelkê dixe metirsiyê.”

Serokê Belarusê wan tohmetan red dike û bikaranîna hêzê ji aliyê zêrevanên sînor ên Polandê ve dijî koçberan rexne dike.

Serokê Belarusê ALexander Lukashenko dibêje: “Bikranîna tanka Lyopard dijî koçberan.... Bibore. Em xelkekî leşkerî ne û têdigehin ku destpêkirina şer dijî wî xelkê bêçare li ser sînorê Polandê û Belarusê, rêzkirina tankan dijî wan bi çi awayî ye.”

Meksîka jî bûye cihê koçberên Amerîkaya Naverast ku hewl didin bi çi awayî be ji wir xwe bighînin Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê. Îsal Meksîkayê 54 hezar koçberên neyasayî deport kirine. Ji ber derketina aloziyan di navbera koçber û polîsên Meksîkayê de heftiya borî du koçber hatin kuştin.

Serokê Meksîkayê Andres Manuel Lopez jî got: “Ji aliyê zêrevanên nîştimanî ve teqe li hinek koçberan hat kirin. Min biryar daye ku divê ew endamên Zêrevaniya Niştimanî bên dadgehkirin. Ji ber du koçberan canê xwe ji dest dane.”

Ji destpêka vê mehê ve 1.96 milyon koçberên neyasayî ji Amerîkaya Başûr û Naverast çûne nav sînorên Amerîkayê, li gor hikûmeta wî welatî. Di demekê de sala derbasbûyî 567 hezar koçberên neyasayî çûbûn wî welatî. 

Koçberên Parzemîna Afrêkayê jî wek rê  Lîbyayê  bo gehiştina Ewropayê bikar tînin. Li gor Neteweyên Yekbûyî îsal 25 hezar û 823 koçberên ku hewl dane ji wî welatê Ereb bi rêya Deryaya Naverast bi beleman biçin Îtalya û Maltayê  di nav wê deryayê de ji mirinê hatine rizgar kirin û herwiha herî kêm hezar û 103 kesan jî heta naverasta meha Îlonê canê xwe ji dest dane.

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir