Nezîr AKAT
Di dîroka miletê Kurd de barîqadan, bingeha dagîrkerî û bindestîyê avakirîye. Barîqadên li pêşîya miletê Kurd, barîqadên piralî û pirrengin. Ji alîyekî barîkadên sîyasî ji alîyê din barîqadên îdeolojî/olî/mezhebî rê li ber barîqadên dagîrkerî, koçberî û komkujîyan xweş kirine. Barîqadên komkujî û dagîrkerî wekî barîqadên navborî, wan jî rê li pêşîya barîqadên îdeolojî û barîqadên sîyasetên biyanîyên civata Kurd vekirine. Barîqad li Kurdistanê bi kurt û kurmancî vîrûsa bindestîyê û domandina dagîrkerîyê ye.
Barîkad; rêbirr e û astenge. Wek gotinek Fransizî (Barricade) barîqad bi armanca xwe bi piranî pêşîlêgitina dijberan bixwe ye. Bingehê barîqadê tirsa ji xwe ye. Barîqad li gorî dozaja dijberan (ku dikare îdeolojîk û stratejîk be, dikare leşkerî û sîyaseta rojane be), dikare bi rengê tundrewî-hovane yan jî bi sîyaseta manîpulasyonî xwe biguhere. Barîqad li gora rewşê û bi sedema şert û mercên civatê wek bûqelemûn dikare reng û dengê xwe manîpule bike..
Barîqadên ku ez dixwazim bînim zimên, bêgûman li gor sîyaset û îdeolojîyên li welatê me yên di nav keftelefta civakî de ne, him maneya xwe û him jî armanca xwe cihêwaz e. Lewra civata Kurd wek hemî civatên dinyayê ew bixwe jî pirreng û pirdeng e. Berjewendîyên reng û dengên Kurdistanê cihêrengin û carina jî dikarin bibin barîqadên pêşîya berxwedan û tekoşîna neteweyî. Li vir îdeolojî û partîtî/grûbî, eşîrtî/herêmtî/lehçeyî roleke neyênî û wêrankar dileyize. Di vê helwesta wêrankar de sedema sereke, ji berjewendîyên gelemperî û bingehîn yên miletê Kurd bidûrketî tevgerîn e. Heger îdeolojî, partî û dezgeh di sîyaseta ji bo bidestxistina mafê neteweyî de, di xizmeta berjewendîyên giştî de tevbigerin, êdî ew ne barîqadin. Ya sereke ev e ku îdeolojîyên me û partîyên me nebin barîqadên li pêşîya berjewendîyên giştî/milî. Ev di tekoşîna neteweyî de qistaseke bivê nevê ye. Lewra tekoşîna neteweyî bi sîwaneke berjewendîyan temsîla giştî dike. Loma jî îdeolojî û ol di navenda sîwana temsîlîyeta giştî de, divê xizmetkar be û nebe barîqad. Li vir bi zelalî tekoşîna miletê dagîrkirî ji tekoşîna miletê dagîrker cudatir e û tevaya îdeolojîyan dixe xizmeta berjewendîyên xwe. Îdeolojîya ku xizmetkarîya berjewendîyên giştî red bike, bi navê çi dibe bila bibe, bi çi motîvasyon û argûmentan dibe bila bibe, ew dê bibe barîqad li pêşîya tekoşîna ji bo bidestxistina mafê giştî. Divê ev jî prensîb, qural û qaîdeyek bingehîn be. Ji bo ev prensîb di jîyana tekoşînê de cîyê xwe bigre û bibe sitûneke xweragir, pêdivî bi hişmendî û şiûra neteweyî heye. Şiûra neteweyî “aqilê hevbeş” e ku di derbirîna sîyaseta hevbeş de xuya dibe.
Çawa li her welatî û di nav her miletî de, îdeolojîyên cuda hebin, li welatê me û di nav miletê me de jî dê îdeolojîyên cuda hebin. Ev jî qaîdeyek xwezayî û ne tirsnak e. Lewra di geşepêdana civatê de reng û dengên cuda ne tenê rakêş in lê herweha ew dewlemendîya siberoja avakirina civateke pirçandîne jî. Di vê momenta gelemperî de, dengên cuda, em dikarên bêjin nerîn yan jî îdeolojîyên cuda, ji bo bi geşepêdana tekoşînê yan jî bi geşepêdana civatê re lihevkirî û guncawin, ne rêbirr û ne barîqad in. Di welatekî dagîrkirî de, di tekoşîna miletê ji tevaya mafên xwe bêparmayî de, îdeolojîya sereke miletperwerî/welatperwerî ye. Li vir jî welatperwerî/miletperwerî ji bo temsîla sîwana tevaya civatê ye, hemî îdeolojî û nerînên cuda di nava berjewendîya gelemperî ya civatê de dipêçe û bingeha serkeftina tekoşînê dihûne û amade dike.
Rêbera tekoşîn û berxwedana civata dagîrkirî, serkeftina mayende ya di bin sîwana berjewendîyên hevbeşîya neteweyî de, yekgirtin/hevkarîya îdeolojî û nerînên cuda ye. Bêyî vê prensîba gelemperî, mayendeya serkeftina berxwedana neteweyî ne pêkan e. Lewra cî bi cî bûyina vê prensîba gelemperî dê bibe dermanê nexweşîya jana dîrokî. Dabeşî û berberîya îdeolojîyên barîqadî, lawazîya tekoşînê bi xwe re peyda dike û berxwedan û tekoşîna neteweyî şolî dike.
Nezir Akat/ nezirakatgmail.com