Nîmet Mumtaz Aydin: PAK xwe mîrasxurê têkoşîna 200 salan a Kurdistanê dîbîne

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê û Serokê Meclîsa Piştgirên PAKê yên Ewrupayê Nîmet Mumtaz Aydin di Kongreya Rêxistina Piştgirên PAKê ya Swêde de, ku roja 29.02.2020an de lidarket, axaftinek kir.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê û Serokê Meclîsa Piştgirên PAKê yên Ewrupayê Nîmet Mumtaz Aydin di Kongreya Rêxistina Piştgirên PAKê ya Swêde de, ku roja 29.02.2020an de lidarket, axaftinek kir. Beşek ji axaftina Nîmet Mumtaz Aydin li xwarê ye...
 

“Dilxwaz û piştgirên hêja,

Hûn hemû bi xêr hatine Kongreya 3em a Rêxistina Swêdê ya piştgirên PAKê.

Me di 5 salên xebatê de 3 kongre pêk anîn. Çi xweş e mirov rêveberên xwe bi xwe ji bo demekê hilbijêre. Piştî ew dema diyar qediya, ew kesên ku me hilbijartine werin, li hember hilbijêrên xwe vekirî hesabê xwe bidin, bibêjin çi kar kirine, di çi de bi serketine, di çi de kêmasîyên wan çêbûne. Kongre jî karê hatiye kirin, binirxîne, başî û kêmasîya destnîşan bike.

Partîya me li welat di amadeyîya kongreya xwe ya duyem de ye, heger em komcivîna damezrandinê jî bihesibînin dibe kongreya sêyem. Ger partîya me neyê girtin, rewşeke awarte dernekeve pêşiya me, payiza were, kongreya me ya giştî ye.

Dema demokrasî û şefafî hebe, tu sedem tune ku em ji bo armancên diyar yê hevpar bi hev re nexebitin. Şerê çekdarî îro li bakurê welat tenê zerarê dide welatê me. Her guleyek tê teqandin li me vedigere. Em dive li ser rê û rebaz û amûrên sîyasî, sivîl, demokratîk, meşrû bi biryardarî berdewam bin.

Em doza miletekî û welatekî dikin ku ji hemû mafên xwe yên mirovî û netewî bêpar e. Ev têkoşîn mirovî ye, adîl e, demokratîk e û pîroz e. Yê ku vekirî, bê tirs, bê şerm, bi serbilindî derkevin û bibêjin em mafê vî welatî û vî miletî diparêzin em in. Yê bi hîle, bi derewa, bi hezar sextekarî, bi tirs û zordarî rûyê xwe yê kolonyalîst, ne mirovî vedişêrin ew in. Di halê normal de yê îllegal kar dikin divê ew bin, yê vekirî, bêyî ku şerm bikin, bêyî ku bitirsin kar bikin divê em bin.

Dema bi sed hezaran kes derkevin bibêjin ”Em Kurd in û navê welatê me Kurdistan e”, wê çi bikin? Nikarin me hemûyan gulebaran bikin, ji bo me bigrin hepisxaneyên wan wê têr neke. Ji bo em şîddet û riyên neçê bidin ber xwe, wê me provake bikin. Ev tê wê maneyê şîddet bi kêrî wan tê, riyên demokratîk, cesareta sivîl bi kêrî me tê. Divê em vê pisûlayê herdem li ber çavan bigrin.

Ji bo mafên me yên rewa yên wek milet û wek welatekî tê binpê kirin divê em tev bi hev re reaksiyon nîşan bidin. Divê em tev bi hev re tevbigerin. Dema zimanê me tê qedexekirin, ev yê miletekî ye, tê de maldar, feqîr, axa, gundî, bajarî û koçer, jin û mêr hemû kurd hene. Divê em formên fireh ava bikin, beriya her tiştî divê em eyarê xwe fireh bikin.

PAK li ser vî esasî û pêwistîyê ava bû. PAK xwest pirr reng, pirr deng, li ser esasê çareseriya pirsa neteweyeke azad û welatekî azad ava bû. Xwe mîrasxurê têkoşîna 200 sal a Kurdistanê dît. Wek hinekan tarîxê ji xwe dest pê nekir û xwe berdewamiya tradîsyoneke siyasî xas nedît, lê xwedî li hemûyan derket.
Ji bo ev proje bi sernekeve hin derketin bi zanebûn bend û astengî derxistin pêşiya me. Li dîmena salonê binêrin, çi bigre ji hemû kevne şopiyên siyasî kes hene, yên tu car bi rêxistinekê re berê kar nekirine, bi PAKê destpêkirine hene.

Piştî têkçûna sîstema sosyalîst, dema şerê sar xelas bû, em kurdên ku ji ber sedemên sûnî yên îdeolojîk sînor kiribûn nav xwe, em li hev varqilîn, em hemû wek hev in, ferqa me ji hev tune. Em hemû Kurdistanî ne û ji bo heman armancê dixebitin. Ya rast ew bû ku em formeke li gor rastîya xwe bibînin, forma ku me dît PAK bû. Yê hîn dema avakirinê de bi zanebûn bend û astengîyan derdixistin, ajandeyek wan ê cûda hebû. Em îro dibînin li kuderêne.

Helbet em miletek in, welatek in, wê di nav me de partîyên cûda hebin; Partîyên Komunîst, sosyalîst Kurdistanê hene, çend rêxistinên îslamî yên Kurdistanê hene. Lê em li dû partîyeke girseyî netewî û demokratîk in ku bikaribe pêşengîyê bike. Partîyeke şefaf, hemû organên wê bi hilbijartin werin û herin, hemû etnîtsîte, hemû beşên civatê , hemû ol û bawerîyên li Kurdistanê hene xwe têde bibînin, partîya jin û mêran be, ya ciwan û navsereyan be.

Me ev projeya xwe wek me dixwest bi damezirandinê bi ser nexist lê piştî avakirina PAKê, em her li dû projeya xwe ne.

PAK îro jî ji bo partîyekê netewî, demokrat, azadîxwaz, Kurdistanî ya berfireh, amadeye hemû cûre fedekarîyan bike.

Lê ji xeynî rêxistinên hene, ji wan sed qat bêtir kadroyên siyasî, rewşenbîr, welatparêz hene li mala xwe rûniştine temaşe dikin û tenê şirove dikin. Şirovên tê kirin jî heman kes dixwînin. Em di medya civakî de her roj bi sedan parvekirinên wek ”Ez êrîşa Tirkiyê ya li ser Efrînê rûreş dikim”, ”Ez dardekirinên li Rojhilat rûreş dikim”, ”Ez piştgiriya referandûma Başûr dikim”, ”Bijî rêbaza Barzanî” û hwd. Em şiroveyê xwe bikin, lê heman demê de em bi hev re kar jî bikin.

Jibo em li hember plan û projeyên zeîfkirina xeta neteweyî ya Kurdistanî, çi bi riya asîmîlasyon û şerê vekirî ya dewletê û ya şolîkirinên PKK-HDPê li bakur derkevin û piştgirîya herî mezin a xwedîlêderketina destkeftiyên li başûr û rojava û piştgiriya birayê xwe yê Rojhilat bikin, li bakurê Kurdistanê partîyeke xurt, girse, neteweyî, demokratîk divê. Loma em bang li hemû kadroyên Kurdistanê, welatperweran dikin piştgirîya PAKê bikin, li PAKê xwedî derkevin. PAK bi vê siyaseta xwe ya yekîtî, hevkarîyê namzetê ve yekê ye.

PKK-HDP siyaseta xwe ya ”cumhuriyeta demokratîk”, bi 4 kodan kar dike,
1-Tarîxê bi wan destpêkiriye, bi zanebûn bûyerên dîrokî yê tarîxa me, dernaxin pêş. 2-Remza kurdan; ala rengîn tune hesab dikin, rengên cuda tînin ba hev remzên nuh peyda dikin ku rengê ala rengîn şolî bikin. 3- Girîngî nende zimanê Kurdî. Heta îsal li dijî dersên kurdî yê hilbijare derdiketin, 4- Navê Kurdistanê ji holê radikin. Di 20 salên dawî de hemû rêxistinên ku PKKê avakiriye navê Kurdistanê lê tune. Tu perçeyekî Kurdistanê bi navê Kurdistanê bi lêv nakin. Kurdistan tune, lê kurd hene, ew jî, wekî karmendên dewletê, dibêjin di nav me de eqaliyetên ereb, çerkez, kurd, rûm hene. 25 mîlyon kurdên bakur dikin seviyeya çerkez, ereb û rûman.

Ez li vir qala çend xalên ber bi çav ku PAKê di van 5 salan de kiriye bikim

- PAKê ala Kurdistanê li bakurê Kurdistanê bilind kirîye!

- Li bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî kirîye zimanê siyasetê, siyaseta xwe bi kurdî dike û civînên xwe hem li Kurdistanê û hem jî lî Ewropayê bi zimanê kurdî pêk tîne.

- Xwedî li tarîxa Kurdistanê derket, bûyerên tarîxî yên li Kurdistanê rûdane û şexsiyetên Kurdistanê bê îstîsna bi bîr anîye, di afirandin û pêşxistina mêjiyê kurdî de bûye xwedî pareke girîng!

- Diyalog di navbêna partiyên Kurdistanî de pêk anî û xwest bloka kurdî ava bike!

- Cara yekem wek partiyek bi navê Kurdistanê li gel PSKyê bi bi reng û dengê xwe bi kurdî ket hilbijartina herêmî, hestên neteweyî bilind kir

- PAK di siyaseta xwe de herdem şefaf e û di demokrasiya navxweyî de herdem hesas bûye!

Em piştgirên PAKê bi armancên jêrîn li Ewropayê jî kar û xebatên xwe dikin.

-Piştgirên PAKê di nav kurdên Ewropayê de kar û xebatê dikin, bi dîtin û bawerîyên xwe bernameya xwe bi wan didin nasandin û wan bi rêxistin dikin.

-Bi rêxistinkirina kadroyên bi tecrube û bi îmkanên teknolojîya îroyîn, ew kadro di avakirin û meşandina sîyaseta partî û perwerdekirina kadro û medya partîyê de fîîlî cî digirin.

-Bi partîyên sîyasî, bi dezgehên ewropî re têkilîyan datînin, ji bo doza Kurdistanê piştgirîyê ava dikin û ji bo PAKê dostan çêdikin. Bi rêya kadroyên ku bi zimanên ewropî dizanin û formata ewropîyan girtine di pêwendîyên derve yê partîyê de roleke aktîv dilîzin.

-Bi avakirina rêxistineke xurt li Ewropayê, barê aborîya PAKê siviktir dikin.

Silav û rêz”

Nîmet Mumtaz Aydin

 

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!