Nivîsgeha Rizgarkirina Êzidiyan: Heta niha çarenivîsa bi hezaran revandiyan ne diyar e

.

Berpirsê Nivîsgeha Rizgarkirina Êzidiyên revandî Husên Qaidî got, wan kariye 3583 Êzîdî ji destpêka erkên xwe di Cotmeha 2014an de azad bikin.

Qaidî ji malpera “El-Hurra” re diyar kir, agahî li ser hebûna revandiyên din li kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê hene.

Qaidî da zanîn, hejmara Êzîdiyên ku ji aliyê nivîsgeha DAIŞê ve hatine revandin, gihîşt 6417 kesan.

Di Tebaxa 2014’an de, DAIŞ’ê êrîşeke berfireh li ser herêma Şingalê pêk anî û çekdarên wê tawanên qirkirinê pêk anîn.

Di Mijdara 2015an de, hêzên Pêşmerge bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîkayê karîn DAIŞê ji Şingalê derbixin.

Di Tebaxa 2017an de, hikûmeta Iraqî derxistina rêxistina tundrew ji parêzgeha Nînewayê ragihand, berî ku "serkeftin" li dijî DAIŞê di dawiya heman salê de rabigihîne.

Piştî 7 salan ji ragihandina Iraqê ya têkbirina DAIŞê, gelek Êzîdî ji ber rewşa ewlehiyê venegeriyane deverên xwe û bi hezaran ji wan li kampên koçberan li Herêma Kurdistanê dimînin.

Di Tîrmeha borî de, Desthilatdarên Îraqê 93 gorên bikomî ku tê texmînkirin termên qurbaniyên êzîdî tê de hene tespît kiribûn, 32 ji wan hîn li herêmên Şingal û Beaj in hîn nehatine vekirin.

Texmînên Neteweyên Yekgirtî destnîşan dikin, DAIŞê zêdetirî 200 gorên komî li pey xwe hiştine, ku eger heye dora 12 hezar term tê de hebin.

Kurdistan Haberleri

SERJIMÊRÎ - Îro çi tê kirin?
9 sal cezayê girtîgehê li hevşaredarê Colemêrgê hat birîn
Ednan Mecîd: Serjimêrî li herêmên nakok: Bombeya vedayî
Dr. Şêrko Kirmanc: Piştî 16ê cotmehê heta naha 600 hezar ereb li navçeyên sînorê madeya 140 hatine bicîhkirin
ÎRAN - Xwendekara ku xwe tazî kiribû li kû ye?