Nivîskar Jan Dost li Diyarbekirê bi xwendevanên xwe re civiya

.

Nivîskarê kurdî Jan Dost li Diyarbekirê, bi çalakiyekê bi xwendevanên xwe re civiya û pirtûkên xwe îmze kirin.

Nivîskarê navdar Jan Dostê ku bi piranî bi romannivîsî û lêkoleriya xwe ya li ser edebiyata klasîk a kurdî tê naskirin, doh (18.01.2025) li Diyarbekirê bi xwendevanên xwe re civiya. 

Jan Dost li Klûba Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat (GGC) bi xwendevanên xwe re li ser romana xwe ya nû ya bi navê “Tozistan” civat kir ku qala wan bûyerên xendekan dike ku di sala 2015an de li Cizîrê qewimîne.

Xwendevanên ku eleqeyeke mezin nîşanî hevpeyvînê da, firsenda wan çêbû ku pirsan ji nivîskar bikin.

Jan Dostê ku piştî hevpeyvînê pirtûkên xwe îmze kirin û diyar kir ku wî romana xwe ya dawî “Tozistan”, pêşî bi erebî nivîsiye, piştre ew ji bo çapa kurdî amade kiriye.

Kurdistan Haberleri

Mamosteya Kurdî li Sineyê 5 sal ceza xwar: ‘Fêrkirina Kurdî sûc e?’
Artêşa Tirkiyeyê li hin herêmên Kurdistanê belavokan davêje
Rûsyayê agirbest bi Ukraynayê re ragihand
Amerîkayê hişyariya gerûgeşta li Sûriyeyê da
Navê stada Fenerbahçeyê dê bibe 'Kobanî'