Nivîskara Kurd a endama PENê hat girtin

Nivîskara Kurd Gulgeş Deryaspî, ku berî çend rojan li Bedlîsê hatibû destserkirin, ji aliyê dadgehê ve hat girtin.

Nivîskara Kurd Gulgeş Deryaspî, ku berî çend rojan li li Bedlîsê hatibû destserkirin, ji aliyê dadgehê ve hat girtin.


 

Li parêzgeha Bedlîsê û navçeyên wê Tetwan û Norşînê bi fermana Serdozgeriya wî bajarê Bakûrê Kurdistanê, hêzên polîs ên Tirkiyê roja 25ê Tîrmehê bi ser gelek navnîşanan de girtibûn û 9 kes hatibûn desteserkirin ku yek ji wan jî nivîskara Kurd Gulgeş Deryaspî bû.

 

Nivîkara Kurd Gulgeş Deryaspî ku endama PEN a navdeletî ye, îro derket pêşberî dadgehê û bi tometa, "endamtiya rêxistinê" biryara girtinê derbarê wê de hat dayîn. Deryaspî bo Dadgeha Tîpa E ya Bedlîsê hat rê kirin.

 

Parêzerê Deryaspî Mîmar Onal, derbarê mijarê de ragihand ku tometên li dijî muwekîla wî bêbingeh in û ew dê li dijî biryara dadgehê îtiraz bikin.

 

Nivîskara Kurd Gulgeş Deryaspî, endama PEN a navdewletî ye û pirtûkên bi navên, ‘Tariya Bi Tav’, ‘Xezal’ û ‘Ez Ne Ezim’ nivîsandine.

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne