Nivîskarê ermenî Migirdîç Marosyan jiyana xwe ji dest da

.

Nivîskarê ermenî Migirdîç Margosyan jiyana xwe ji dest da. 

Şaredarê Adalar a Stenbolê Erdem Gul ragihand ku nivîskarê ermenî Migirdîç Margosyan jiyana xwe ji dest daye. Gul got: "Ji ermeniyên Amedê. Ê dewlemendiya vê xakê bi zimanê herî xweş ê wêjeya me vegot. Nivîskarê berhema nuwaze 'Soyle Mrgos Nerelisin'. Buyukadayî. Migirdîç Margosyan jiyana xwe ji dest da. Em pir xemgîn in."

Dê di 7'ê Nîsanê saet di 14.00'an de ji bo Margosyan li Dêra Patrîkxaneyê ya Kûmkapiyê merasîmek bê lidarxist û paşê li Goristana Ermeniyan a Şîşliyê bê veşartin.

Kurdistan Haberleri

Qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê hatin kirin
Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn