Reûf Hesen yek ji çîroknûs û wêrgêrê kurd bû ku li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye û di salên şêstî de dest bi nivîsandinê kiriye, yekem pirtûka wî jî di sala 1967an de bi navê 'Gerdûn' hat çapkirin û belavkirin.
Piştî wê ligel Fûad Sirac û Selam Menimî pirtûkeke bi navê Çeger di sala 1973ê de çap û belav kir.
Nivîskar Reûf Hesen kesekî rewşenbîr û çalak bû di warê nivîsa çîrok û wergerê de û derbarê vê yekê gelek berhemên wî hatibûn çap û belav kirin herwiha endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd ê şaxa Silêmaniyê bû.