Nivîskarên bakur banga hevrêzîyê ji alîyên rojava dikın

Şîrovekar û nîvîskarên Bakurê Kurdistanê destnîşan dikin ku bo rêbaza pêkanîna yekîtîya neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê Peymanên Hewlêr û Duhokê dikarin bibin nexşerê

Piştî êrîşa Tirkîye ya ser Rojavayê Kurdistanê, bang li Kurdên Rojavayê dihat kirin, ku yekîtîya xwe ya sîyasî pêk bîn in. Di vê çarçoveyê de, nivîskar û lêkolînerên Bakurê Kurdistanê jî, bang li alîyên sîyasî yên Rojavayê Kurdistanê dikin, ku eger li dora nirxên neteweyî yekîtîya xwe pêk bîn in, dê Tirkîye êdî nekaribe bi hêsanî êrîşî Rojava bike.

Mahîr Yuksel

Di çarçoveya pêkanîna yekîtîya neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê de hewldanên alîyan didomin û bi teybetî jî piştî êrîşa Tirkîyeyê ya ser Rojavayê Kurdistanê hemu Kurdên cîhanê banga yekîtîya neteweyî dikin. Di vê çarçoveyê de lêkolîner û nivîskarên Bakurê Kurdistanê jî balê dikêşin ku yekîtîya neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê di şert û mercên îro de wek pêdivîyek sereke tê dîtin. Nivîskar Omer Ozmen amaje dike ku yekîtîya neteweyî ya di navbera ENKS û TEVDEMê de li gel pêdivîyê êdî di warê stratejik de jî alîyan hewcedar dike.

Omer Ozmen, nivîskar dibêje:"Eger Kurd li Rojavayê Kurdistanê di bin banê nirxên neteweyî de li gorî peymanên navneteweyî werin cem hev û yekîtîyeke neteweyî pêk bînin, wê demê dê êdî Tirkîye jî wek berê nekaribe bi hêsanî êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike."

Yekîtîya neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê bo parçeyên din ê Kurdistanê jî wek rûdanek ku bandorek erênî peyda bike tê dîtin. Bi vê yekê ve girêdayî jî bal tê kêşan ku yekîtîya neteweyî Rojavayê Kurdistanê dê sîyaseta Bakurê Kurdistanê jî ber bi neteweyîbûnê ve bibe. Şîrovekar Îbrahîm Guçlu dibêje di demek ku hevsengîyên Rojhilatanavîn tên guherîn de rêbaza herî baş bo Kurdan sîyaseteke neteweyî ye û divê di warê rêbazê de jî nêrînek hevpar hebe.

Îbrahîm Guçlu, şîrovekar got:"Li alîyekî Kurd dibêjin li Rojava em dewleteke federal dixwazin, li alîyekê jî partîyên din dibêjin em beşek ji Surîyeyê ne û navê wê derê Bakurê Surîyeyê ye. Bi vî awayî yekîtî çênabe, bi ya min çêbibe jî bi ser nakeve."

Şîrovekar û nîvîskarên Bakurê Kurdistanê destnîşan dikin ku bo rêbaza pêkanîna yekîtîya neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê Peymanên Hewlêr û Duhokê dikarin bibin nexşerê û div ê çarçoveyê de Ezmûn û pêşnîyarên Serok Mesût Barzanî jî dikare sûdê bide alîyên Rojavayê Kurdistanê.

K24

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!