Zeynel Abidîn
Hin nivîskar û hunermendên Kurd di vê mijarê de giyanê xwe yê radestkirî bi her aweyî didin der.
Yek ji van jî, israra ser ziman, raman, wêje û felsefeya Kurd û parastina hizra neteweyî ya di derbarê dewletbûnê de, wek pêdaçûneke hestî dinirxînin.
Berî her tiştî ev ne rast e. Mijar hest mest nîn e. Mijar helwesteke rast û dirûst ya sinca (exlaq) rewşenbîrî ye, yanê nirxdariya (etîk) siyasî ye jî.
Jiber ku tedayiya li ser ziman û ramana ya li ser miletekî di heman demê de kiryareke siyasî ya dagirkeran e. Tu wek rewşenbîr rabî û wisa bêjî "Em ne nijatperest in, em ne siyasetvan in, jiber vê jî ez wek nivîskarek Kurd di heman demê de beşeke ji çanda Tirkiyê me. Zimanê tirkî jî ji bo min xwedî bandureke ramanî ye." tu yekser ji vê helwesta sincî ya rewşenbîrî derdikevî û dibî beşeke siyaseta dagirkeran.
Min berî 25 salan pirtûkeke xwe ya bi tirkî li Stenbolê xwest biweşînim, weşanxaneyekê bo min wisa got: Em dibêjin "nivîskarên tirk" lê ji bo we jî (yanê em Kurd in ya) em dê bêjin "nivîskarên Tirkiye!"
Min jî got, ya yekem xirab bû, ya duyem xirabtir e. Jiber ku di ya duyem de sextekarî heye, peyva "nivîskarên Tirkiyê" xapandina miletê xwe ye. Hevalek min (ew jî nivîskar e) got bila wisa be, xem nîn e, Zeynel qebûl bike. Ji bo ku tu bikevî nav vê civatê divê hin tiştan qebûl bikî.
Wî qebûl kiribû jixwe.
Min qebûl nekir û got heta dibim nivîskarekî tirk û tirkiyeyî, ez dê li gundê xwe bibim Şivanekî Kurd. (Jixwe pîşeya min ya heta 17 salî şivantî bû).
Lê gelek nivîskarên me ji wê "xurfeya terbiyekirinê" derbas bûn. Niha li kû ne, ew jî nizanin. Lê bala min dikişîne nivîskarên me yên ji derveyî welat tên û dixwezin li "welat" (yanê ne li welat li Tirkiyê) bi nav û deng bibin her tawîzan didin. Ev yek karesat e lê nizanin. Ew xema wan e, bila bi dilê xwe bikin lê pêşeroja wan pir ronî nîn e. Qe nede di dîroka ramana Kurd de dê ronî nebe, tarî be.
Her wisa, wek hin nivîskarên me eger tu bêjî "Ez li dij siyasetê me, ez bes ziman û ramana Kurdî diparêzim, ez rewşenbîr im, filan bêvan...!" tu derew û sextekariya herî mezin dikî.
Jiber ku bi dilsozî û bê tawîz eger tu xwedî li ziman û ramana Kurdî derbikevî, tu ji bo pêşxistina wê hewil bidî, tu yekser û ji nav navenda mijarê ve siyaset dikî, jiber ku ev yek helwesteke siyasî ya resen e. Û rast e jî.
Ji vê helwesta siyasî qasî misqalek jî eger tawîz bidî, tu bi hemî hebûna xwe ve berdewama siyaseta dagirkeran bî ku ew li dij miletê te dihête meşandin. Jiber vê yekê nivîsandina bi Kurdî û hewildana ji bo pêşxistina hizir, raman, wêje û ramana Kurdî hem helwesteke sincî ya rewşenbîrî ye û hem jî helwesteke siyasî ya mirovbûnê ye.
Di vê mijarê de qilo pilo nabe; yan nivîskarê Kurd û Kurdistanî yî, yan jî nivîskarek di nav bîrdoziya dagirkeriyê de yî, ew qas...