Nûbihar Akademiyê di hejmara nû de li ser “Kurdên Yarsan” dosyayek amade kiriye

.

Di vê hejmarê de deh gotar hatine weşandin ku beşek ji wan nivîsên derbarê “Kurdên Yarsan” de ne. 

Hejmara 17ê ya Kovara Nûbihar Akademiyê derketiye. Di vê hejmarê de deh gotar hatine weşandin. Ji alîyê zimanî ve, şeş gotar bi Kurdîya Kurmancî, gotarek û danasîna pirtûkê bi Kurdîya Zazakî, gotarek bi Îngilîzî û wergêran jî bi Tirkî ye.

Kovar ev hejmar jî tê de, wê ji niha û pê de mijareke taybet dosyeyan amade bike. Di hejmara 17ê de mijara dosyayê, “Kurdên Yarsan” e. Edîtorê vê dosyayê Dr. Shahab Valî ye ku sê nivîs û werger ji bo dosyayê hatine nivîsîn.

Di vê dosyayê de Shahab Valiyî bi navê “Çend Têbînî li Ser Tarîx û Bawerîya Kurdên Yarsan”, Sevda Orak Reşitoğluyê bi navê “Kelamên Soranî di Metnên Yarsanî de: Mînaka Nêrgiz Xanim Şehrezorî”, Mutlu Canî bi navê “Hetê Bawerî, Îbadet û Organîzebîyayîşî Ra Pêveronayîşê Elewîtîya Dêrsimî û Yarsanîye” nivîsên bi kurdiya kurmancî û kirmanckî amade kirine. Her weha nivîseke Mûstafa Dehqan û yeke Alireza Zahedi Moghadamî jî ji bo vê dosyayê hatine wergerandin.

Nivîsên din ên di kovarê de hatine weşandin li ser edebîyata modern, edebîyata klasîk û folklorê ne.

Dosyaya jimara bê wê li ser babeta “Kurdên Lor û Goran di Çavkanîyên Serdama Navîn da” be û edîtorîya vê dosyayê dê ji alîyê Dr. Ismail Shams ve bê kirin.

Kurdistan Haberleri

Li Dîlok û Manîsayê 21 kes hatin desterserkirin: Hince PKK ye
Hejmara rojnamegerên hatine deserkirin derket 9an, dema desteserkirina wan rojek hat dirêjkirin
Li Wanê termên 3 kesan li sînor hatin dîtin
Îlham Ehmed: Ti dijminatiya me bi Tirkiyeyê nîne
Peymana agirbestê ya Îsraîl û Libnanê dest pê kir