Tora medyayî ya Rûdawê daxuyaniyek belav kirîye û te ragehandîye ku, di 25.02.2016 di dema rûmala bûyerên şerê Mûsilê de, ji ber teqîna bombeyeke vedayî rojnamevana wan Şîfa Gerdî şehîd bû û wênegirê wê Yûnis Mistefa jî birîndar bûye.
Şîfa Gerdî yek ji kadroyên herî çalak û jêhatî yên Tora Medyayî ya Rûdawê bû. Ji destpêka damezrandina televizyona Rûdawê ve, stêrkeke diyar a ekrana Rûdawê û medyaya kurdî bû.
Herwiha di daxuyaniyê de dihê gotin:"Şehîdbûna Şîfa Gerdî xemeke mezin gihand Tora Medyayî ya Rûdawê û rojnamevanên Kurdistanê û cihê wê nayê tijekirin."
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê peyamên sersaxîyê belav kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di beyana xwe de dibêje; “Bi xemeke mezin ve nûçeya şehîdbûna rojnamevan Şîfa Gerdî gihîşt min ku roja şemî 25.02.2017 li dema encamdana erkê rojnamevaniyê li bajarê Musilê şehîd bû. Şehîdbûna Şîfa dûpatkirina rol û pêgeh û qurbanîdana jin û xortên serbilindên welatê me ye li karwana xebat û xweragirî û rewşengeriya gelê Kurdistanê de.
Bi vê xemgîniyê pirse û serxweşiya xwe pêşkêşî we û hevkarên wê yên li tora medyayî ya Rûdaw û hemû rojnamevanên Kurdistanê dikim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê pakê şehîd Şîfa bi bihûşta fireh şad bike û sebir û aramiyê jî bibexşê hemû aliyek.”
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê bi beyanekê sersaxîyê ji malbata Şîfa Gerdî û ji û heval û dost û hezkirîyên wê û herweha ji hemû xebatkarên Tora Medyayê ya Rudawê re xwestîye û ji Yûnis Mistefa re jî şîfaya xêrê daxwaz kiriye.
Di beyanê de dihê gotin; "Di şerê Mûsilê de, ji ber teqîna bombeyeke vedayî rojnamevana jêhatî ya Rûdawê Şîfa Gerdî şehîd bûye û wênegir Yûnis Mistefa jî birîndar bûye. Şîfa Gerdî di nav Tora Medya ya Rudawê da xebatkareke jêhatî bû."