Çend rojên ez amedekarîya xwe dikim, dixwazim bona çend mehan vegerim welêt.
Min xwest îro binivîsim, ji ber ku ezê heta du hefteyan nikanibin li ber computuer rûnim.
Ramana min ev bû ku , taybetî li ser mijara bilindkirina ala Kurdistan’ê li balefirgehên Stenbul û Enqerê û serdana Tirkîye’yê ya serokê Kurdistran’ê Mesut Barzanî binivîsim, ramana xwe bi çend hêvokan rave bikim.
Ez li ber computuer rûniştim, min xwest ewil li nûçeyan binirim, her roj bi malperên Kurdî dest bi xwendina nûçeyan dikim.
Min bala xwe da malpera Rûdaw’ê, çi bibinim, nûçeyek gellekî xemgîn û metirsîdar bi balkêşîya “FLAŞ” têt weşandin: “di navbera Leşkerên (pêşmergeyên) Roj û Yekitîyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) da ku hêzek ser bi PKKê va ye, şer derketiye û birîndar û kuştî hene.
Bêşik nûçeyek nexweş û xemgîn, taybetî di demek weha awerte da, ku him li başûrê Kurdistan’ê pêşmerge û him jî li rojavayê Kurdistan’ê YPG li dijî êriş û dagirîya DAİŞê û xêrnexwazan şer dikin, ked û xwîna xwe didin.
Pirsgirêkên navxweyî her dem, him dibin sebeba xemginîyek berfirehî ya welatîyan û him jî, kelecanî (moral) û lêhûrbûna welatîyan nizm û xera dike.
Ji dest vê, divê rêveberên welatekî, berî her hevkarî û peywendiyên xwe, aramîya navxweyî temin bikin.
Bala xwe bidin welatên aram û geşdar, yên pêşveçûyî û dewlemend pirranîya pirsgirêkên navxweyî hatine çareser kirin.
Jixwe, bi bawerîya min asta çareserkirina pirsgirêkên navxweyî, şêweyî danûstandinan yên partî û derdorên siyasî û peywendiyên civakî, rastîya rewşa civakê û siyasetê radêxe ber çavan.
Hemû cîhan jî piştevanê me be, heta em nikanibin pirsgirêkên navxweyî çareserbikin serketin nabe, hêvî nayên bi cî.
Şerê li Xanesora ser bi nahîyeya Sinûnê va, di navbera Leşkerên Roj û YBŞ, encama peywendiyên li herêmê ye, neku her tişt rojekê da qewimî û şerî rû da?
Peywendiyên li herêmê jixwe ne xweşbûn, nûçeyên ji herêmê nêşita rageşîyek hêrsoyî bûn, wekî “bayê ber baranê.”
Bi dehan caran bang li hêzên di bin banê PKKê da hat kirin, ku ji Şengal’ê vekêşe, rê li ber nûva avadankirina herêmê tengav neke.
Heta, hinek caran hêzên navneteweyî bi mebesta çareserkirinê helwdan, lê nebû,
qaymeqamê Şengal’ê çendin car banga alîkarîya çareserkirinê kir, lê dîsa nebû.
Derbasbûna Leşkerêrn Roj bona rojavayê Kurdistan’ê û çaereserkirina pirsgirêkên di navbera TevDem û ENKSê da, çendin car kesên welatparêz û hêzên navneteweyî navbenkarî kirin, mixabin nebû.
Dawîyê şer derket û kuştî û birîndar hene, kî dê hesabê vê xerabîyê bide?
Ma hûn dizanin ku xêrnexwaz li mala xwe, bi vî şerê şa dibin?
Em gotina xwe rast bejin, divê PKKê ji Şengalê bi paşve vekêşe û rê li ber nûva avadankirina Şengalê tengav neke.
Dîsa, divê TevDem li ya xwe dakeve û desthilatê bi ENKSê va parve bike, ENKSê jî divê li hebûn û desthilata TevDemê mikûr bêt.
Ne tiştekî pirr, toleransa ku YPG li Menbiçê li hêzên rejîmê ra nişan da, bila li Leşkerên Roj ra jî nişan bide û di bin banê xwe da bi cî bike.
Bêşik ez hemû cûre şer, taybetî şerê navxweyî, ango birakujiyê bi tûndî şer mezar dikim.
Di dawîyê da dixwazim bejim, ku bila em zanibin ku çareserkirina pirsgirêkên neteweyî encax bi bîr û bawerîyek niştemanî dibe.
Me Kurdan hêj welatekî azad nîne, bona amancekî weha her hêzek siyasî bîrûboçûnên cihê hene, ev asayî ye, lê tiştek heye ku di her serdemên dîrokî da û li her welatî rastîyek neguher heye, ev jî mifteya serketinê ye, ku HEVKARÎ, FÎDEKARÎ û HESTÊN NİŞTEMANÎ ne.
03.03.2017/Dusseldorf