Li bajarî Sewasê li navçeya Imranlî navê gundê "Kuz" bi navê "Zimak" ve hat guherandin.
Gotina "Kuz" di kurmancî de dihê mahneya "organa cinsî ya jinan" û ji bo tinaz bi vî navî dibe, heyeta îdarî ya îxtîyaran a gund miracatê wilayetê kiriye da ev nav bihê guherandin.
Li gor IHAyê Îdareya Wilayetê dîtinê qaymeqam jî daye ber çavan û di 3ê Tebaxê de bi yekdengî biryar wergirtîye ku navê gundê "Kuz" bi navê wî yê kevin "Zimak" ve bigehurîne. Mahneya "Zimak" jî "ciyê ku roj nabîne "
Ev jî dîyar dike ku dewleta Tirk a ceberrut li hember kurdan sîyaseteka nijadperest a bêaqil meşandîye û bi çî hawayî navê gundê wan guherandîye; henek û kurfê xwe bi wan û jinên wan kiriye û wan rencîde û pîçûk xistiye.