Nûciwanê 17 salî yê bi navê “Mêhrdad Melik” di maşîna xwe de bi gullereşandina hêzên Întizamî yên rejîma Îranê li bexşa “Deştabî Ordek” a ser bi bajarê Qezwînê hatiye kuştin.
Bikarhênerên torên civakî di vê derheqê de nivîsîne: Roja 5ê Befranbarê, Mêhrdad Melik yê 17 salî bi maşîna hevalê xwe ku ber bi mala xwe ve diçûn, hêzên Întizamî gumanê ji wan dikin û li pey wan dikevin û wan didine ber gulleyan. Di vê navberê de maşîna hêzên Întizamî di nava heriyê de asê dibe û ji bo ku li pey kevtina wan nîve tevaw nemîne, bi bê huşdariya berê wan dide ber gulleyan û gulle li ber Mêhrdad dikeve û di cih de tê kuştin.
Nûçe: Kurdistan Media