Nûnerê Amerîkayê serdana Rêveberiya Xweser kir

.

Şandeyê Wezareta Derve ya Amerîka Nicholas Granger serdana Encûmena Cibicîkar ya Rêveberiya Xweser kir. Di civînê de pêşhatên dawî li Sûriyê bi giştî û rojavayê Kurdistanê bi taybetî hat gotûbêjkirin.

Rêveberiya Xweser di derbarê serdana Nicholas Granger û şanda pê re daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê di civînê de astengiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser di aliyê siyasî, abûrî û mirovî, rûbirûbûna terorê û dadgehkirina DAIŞiyên di zindanan de hatiye gotûbêjkirin.

Hevserokê Encûmena Cibicîkar ya Rêveberiya Xweser Ebdulhemid Mihbaş ragihand ku wan ji şanda Amerîkayê re behsa çend mijarên weke destpêşxeriya xwe ya bo çareserkirina kirîza Sûriyê, amadebûna Rêveberiya Xweser bo pêşwazîkirina penaberên Sûrî yên ku ji Libnanê têne vegerandin kirine.

Şandeyê Wezareta Derve ya Amerîka bo Bakur û Bakurê Rojhilatê Sûriyê Nicholas Granger  ji aliyê xwe ve tekezî li ser helewsta xwe ya eşkere derbarê çareserkirina kirîza Sûriyê li gorî biryara 2254 kiriye. Herwiha Granger tekezî li ser piştevaniya xwe bo piştevaniya aramî û rûbirûbûna terorê kiriye.

Kurdistan Haberleri

Heyeta DEM Partiyê çû Rojava da tevlî konferansa netewî bibe
Nadine Maenza: Şam ji bo avakirina hevgirtina civakî dikare ji Rojavayê Kurdistanê sûdê wergire
Brîtanyayê cezayên li ser wezaretên Parastinê û Karên Navxwe yên Sûriyeyê rakirin
Fesla Yûsif: Em dê mizgîniyê bidin gelê xwe
QAMIŞLO - Komkujiya Ermenan di 110emîn salvegera xwe de hat bibîranîn