Nûnerê Fransayê û ENKS îro dicivin

.

 Îro şandeya ENKSyê li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê bi nûnerê Fransayê re dicive.

Hewldanên Amerîka û Fransayê yên ji bo yekrêziya Kurdên Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin.

Çavkaniyeke taybet ji Rûdawê re ragihand ku "Civîna ENKSyê ya bi nûnerê Fransayê re ji bo berdewamiya hewlên yekrêziya Kurdan e."

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û ENKS doh li hev civiyabûn.

Hat zanîn ku civîn li Hisîçayê (Hesekê) li baregeheke Amerîkayê hatiye kirin.

Li gorî agahiyên ku Berdevkê ENKSyê Feysel Yûsif dane Rûdawê, “Civîn baş derbas bûye.”

Feysel Yûsif da zanîn ku “Hevpeymaniya Navnetweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) beşdarî civînê bûye” û dê civîneke din jî were kirin.

Çavkaniyeke taybet li ser vê mijarê ji Rûdawê re got, "Heta niha soza civîna duyem a ENKSyê ya bi Mezlûm Ebdî re nehatiye destnîşankirin."

Kurdistan Haberleri

Mamosteya Kurdî li Sineyê 5 sal ceza xwar: ‘Fêrkirina Kurdî sûc e?’
Artêşa Tirkiyeyê li hin herêmên Kurdistanê belavokan davêje
Rûsyayê agirbest bi Ukraynayê re ragihand
Amerîkayê hişyariya gerûgeşta li Sûriyeyê da
Navê stada Fenerbahçeyê dê bibe 'Kobanî'