Nûnerê MSDê yê Waşîngtonê: Ti fikarên me nînin ku Amerîka dê ji Rojavayê Kurdistanê vekişe

.

Hevserokê Nûnertiya Waşhîngtonê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Besam Îshak diyar kir ku ti fikarên wan nînin ku Amerîka dê ji Rojavayê Kurdistanê vekişe.

Donald Trump şeva borî merasîma sonda fermî li dar xist û bû 47emîn serokomarê Amerîkayê. Tê nîqaşkirin ku serokatiya nû ya Trump wê bandoreke çawa li pêşeroja Rojava bike.

Dema ku Donald Trump di sala 2019an de Serokê Amerîkayê bû, biryar da ku hêzên Amerîkî ji Sûriyê vekişîne, lê piştî nerazîbûnên tund, wî qebûl kir ku tenê 900 leşkerên Amerîkî bihêle.

Besam Îshak di nirxandina xwe ya li ser televizyona Rûdawê de diyar kiriye ku rewşa niha hatiye guhertin û got, em ne di xema wê yekê de ne ku Amerîka dê ji Rojavayê Kurdistanê vekişe.

Besam Îshak gotiye, “Trump dixwaze pêşî li pêşketina DAIŞê bigire” û daye zanîn ku bi baweriya wî Trump hêzên amerîkî ji Rojavayê Kurdistanê venakişîne.

Kurdistan Haberleri

Mamosteya Kurdî li Sineyê 5 sal ceza xwar: ‘Fêrkirina Kurdî sûc e?’
Artêşa Tirkiyeyê li hin herêmên Kurdistanê belavokan davêje
Rûsyayê agirbest bi Ukraynayê re ragihand
Amerîkayê hişyariya gerûgeşta li Sûriyeyê da
Navê stada Fenerbahçeyê dê bibe 'Kobanî'