Nûnerê MSDê: Zehmet e Tirkiye û Sûriye bikaribin daxwazên hev pêk bînin

.

Piştî herdû civînên Tehranê û Sochi, hewlên nêzîkbûna di navbera Tirkiyê û Sûriyê de zêdetir bûne. Nûnerê MSDê li Qahîreyê Elî el-Asî got “Zehmt e ku Tirk bikaribin daxwazên Sûriyê pêk bînin, herwiha zehmet e ku Sûriye jî daxwazên Tirkiyê pêk bînin.”

Zanyariyên ku belav bûne, diyar dikin ku Tirkiyê jinavbirina HSD û Rêveberiya Xweser weke merc ji bo lihevhatina ligel hikûmeta Sûriyê datîne. Lê pirsa ku tê holê, gelo hikûmeta Sûriyê dikare vî mercê Tirkiyê pêk bîne?.

Nûnerê Encumena Sûriya Demokratîk (MSD) li Qahîreyê, Elî el-Asî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku, ew bi dûr dibîne, hikûmeta Sûriyê bikaribe Rêveberiya Xweser yan hêzên HSDê jinav bibe.

Nûnerê MSDê li Qahîreyê û cîgirê serokê Partiya Sûriyeya Paşerojê Elî Newaf El-Asî anî ziman "Zehmt e ku Tirk bikaribin daxwazên Sûriyê pêk bînin, herwiha zehmet e ku Sûriye jî daxwazên Tirkiyê pêk bînin, ji ber ku ji nav daxwazên Tirkiyê vegera penaberan, destûreke nû û veguhestina siyasî ye û ev rejîm wan daxwzan red dike. Lê derbarê mijara Rêveberiya Xweser, gelekî gelekî zehmet e, ku rejîm bikaribe Rêveberiya Xweser yan Hêzên Sûriyeya Demokratîk jinav bibe, ji ber ku ew lawaz e û eger hejmara milîsekê 100 kesî be jî, ew nikare wê jinav bibe, êdî mijara Rêveberiya Xweser û HSDê nemaye projeyeke rojhilatê Ferat yan projeyeke Kurdan, lê belê bûye projeyeke niştimanî yê Sûrî, û îro ew baştirîn proje ye li gorepana Sûriyê."

Di heman çarçoveyê de nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, di Desteya Siyasî ya Îtîlafa Sûrî de, Ebdella Geddo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku, li hember guşarên Tirkiyê, hikûmeta Sûriyê dikare HSDê û Rêvebeirya Xweser tevlî xwe bike.

Nûnerê ENKSê di Desteya Siyasî ya Îtîlafa Sûrî de Ebdella Geddo got "Rejîm dikare HSD û Rêveberiya Xweser tevlî xwe bike û wê qebûl bike. Ez dibînim wê HSD jî qebûl bike, ji ber ku îro fişarên mezin lê dibin, bi sedema êrişên esmanî û dronên Tirkiyê li dijî HSDê dike û eger bi vî rengî bimîne HSD piştî qebûlkirina Amerîkayê yan bi kêmanî çavê xwe jê re digre yan jî roniya kesk pêxistiye belkî parçebûn jî di nav HSDê de çê bibe. Reveberiya xweser ji berê de ji destpêka şoreşê ve bi rejîmê re rêkeftiye û ti pirsgirêk di navbera her du aliyan de tineye dijî ku hev qebûl bikin û di dawiyê de Rêveberiya Xweser xwe radestî rejîmê bike."

Hevdem ligel alozbûna rewşê li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên Rêveberiya Xweser û HSDê, gef û guşarên Tirkiyê bêhtir dibin û rojên bên wê dîmenan bêhtir zelal bikin.

Kurdistan Haberleri

Mazlûm Ebdî: Divê pirsgirêkên Sûriyeyê bi rêya siyasî werin çareserkirin
Amerîka: Pêwîst e Hizbulah êdî êrişên xwe yên terorî bi dawî bike
Saziya Tiba Edlî eşkere kir: Narîn Guran çawa hat kuştin?
Li Sêrtê jinek ji ber kurdî nehat dermankirin
Serokê Îtîlafê: Me lêkolîn ji bo kiryarên li gundê Kaxirê vekiriye