Nûnerê Opozîsyona Sûrîyê: Xelkê Girê Spî û Serê Kanîyê ne Kurd in

Nûnerê Opozîsyona Sûrîyê li civînên Kazaxistanê, îtîraf bi wê dike ku li Girê Spî û Serê Kanîyê çekdarên ser bi Tirkîyê ve dizî kirine lê îddîa dike, “Xelkê wan navçeyan Ereb in.”

Navenda Nûçeyan- Li Nur Sultana paytexta Kazaxistanê, gera 14mîn a civîna garantorên Sûrîyê birîve çû. Peyamnêrê Rûdawê Kamîz Şedadî jî rewşa Rojavayê Kurdistanê û Kurd kirin rojeva wê civînê û ji nûnerê opozîsyona Sûrîyê pirsî, “Hûn dixwazin Sûrîyeke nû ava bikin, lê ew hemû navçe, Efrîn, Serê Kanîyê û Girê Spî, ku grûpên we yên çekdar derbasî wan navçeyan bûne, lê grûpên çekdar li wan navçeyan dest bi talan û dizîya xelkê kirin û dest danîne ser malên xelkê li Efrînê û demografya wê guhertine û heman tiştî li Serê Kanîyê û Girê Spî kirine, niha xelk nikarin vegerin ser malên xwe, wê çawa xelk bi we bawer bikin, wê çawa Kurd bi we re kar bikin ku endamtîya xwe jî ligel rawestandine?”

Nûnerê Şanda Opozîsyona Sûrîyê li Nur Sultanê Ehmed Tuma jî li vê pirsê îdda kir, “Ez dixwazim ji te re tekez bikin ku agahîyên te li gor çavkanîyên ne naskirî , ne rastin.Ezmûna heyî tişta ku te gotîye red dike, li Efrînê rewş aram e û karê sivîl li wê navçeyê dimeşe. Di derbarê Til Ebîyed û Ras El Eyin, ev tomet ne rastin, ji xwe Til Ebîyed û Raseleyin xelkê wê ne Kurd in. Tişta ku tê gotin ku xelk ji wir têne derxistin ev ne raste.”

Nûnerê opozîsyona Sûrîyê, bicihkirina koçberan li herêmên Kurdî weke, ‘vegerandina koçberan’ binav kir û got, “Bi rastî ev pirsyar hişt ku ez jî bersivê bidim, eger vegerandina koçberan bi wataya guhertina demografyayê tê , gelo tu çi navekî li rewşê dike dema ku ew navçe di destê PYDê de bû ku navê pêkvejîyana aştîyane lê dikirin? Gelo proseya bi koçberekirina xelkê pêkvejîyana aştîyane ye û vegerandina xelkê guhertina demografyayê ye? Datayek li cem min heye, 30 hezar kes vegerîyane malên xwe, ez ne bawerim xelk hatibin derxistin.”

Serokê Şanda Opozsîyona Sûrîyê îdîa kir ku ji sedî 96ê Girê Spî û Serê Kanîyê Ereb in û got, “Navçeya di navbera Til Ebîyed û Raseleyin bi temamî Erebî ye, ji sedî 96ê xelkê wê Ereb in, ev serjimêrî ye li cem rêjîm û opozîsyon û gelek alîyan heye. Ji sedî 96 Ereb in û yên mayî jî aşûrî, Şîşan û Sûryan in.”

Ehmed Tuma, proseya bicihkirina koçberên Ereb li Rojavayê Kurdistanê weke, "Rastkirina proseya guhertina demografyaya navçeyê” pênase kir.

Serokê Şanda Opozîsyona Sûrîyêherwiha got, “Dema ku ji alîyê PYDê ve binpêkirin çê bû, Rêxistina Lêbûrîna Navdewletî navê tawanên şer lê kiribû. Ev raportên Amnesty û HRW li ser eneternêtê hene, derbarê guhertina demografya navçeyê, biçekdarkirina zarokan, ev raport ji alîyê rêxistinên navdewketî ve derketine û ne ji alîyê opozîsyonê ve.”

Li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê, “Gelo hûn raportên nû yên rêxistinên navdewletî red dikin, heman rêxistinên ku hûn behsa wan dikin û dibêjin, tawanên şer ji alîyê grûpên çekdar ve pêk hatîye û êxsîr û jin kuştine, hûn van agahîyan red dikin?” Ehmed Tuma îddîa kir, “Em ti karekî ne mirovî red dikin, mûameleya zarokên me ji artêşa artêşa heta astekî pir bilind mirovî bû, alîkarîya xelkê kirin, rê ji wan re vekirin vegerin cihên xwe, xulimê nehitin û aramîyê bicîanîn. Ew amade ne bi cidî ligel hemû pêkhateyên sûrî kar bikin, ji bo ku rewşa van navçeyan ji zulim û koçberîya ku dîtibû aram bibe, em dibînin vegera Sûrîyan, vegera penaberane û gaveke başe ber bi çareserîya sîyasî ve. Vegera ti penaberekî sûrî vegereke rewa ya û nabe bê gotin ku ew guhertina demografyayê ye.”

Çavkanî: Rûdaw

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!