Nurî Aldur
Îslamîstan di van rojên dawîda gelek pêșmerge ú kurdên sivîl kuștin, em sersaxiyê bo malbat, xizm, hukûmet û gelê Kurdistan dixwazin û bo wan/me tevan sebr û xêrê hêvîdikin.
Nokteke dîyar û hișkere ye ku îslamîstan (daeș, al qaîda, al nusra û gelek șaxên din yên van barbaran) dijminatîya neteweya kurd bo xwe kirine armanc û hedef û ev ne tiștekî nû ye jî. Ew xwedî biryarin ku felsefe û hareketa gelê kurd têk bibin û îmhabikin. Me ev kîn û nefret a wan/dijminatîya wan, di sala 2004 an de di dema ku li Hewlêrê ji sedî bêhtir kader û serokên kurdan (di nav qurbanan de Sami Rahman û kûr ê wî kû ji Ingilîstan bo zîyaretê hatibû walêt jí hebûn) qetlkirin dît. Me li gelek derên din yên bașûrî Kurdistan ku wan pêșmerge ú kesên sivíl qetlkirin dît. Dest avêtin namûsa xwișk û bra, dê û bav, metik û xaltîk, ap û xal, keç û kurên me yî Șingalê û bi hezaran kesên me qetlkirin û hêjî bi hezaran hundana û di desté van dijminandene. Ma ka dijminatîya ji vê mestir? Û di dijminatîyêde dilșewatî, îinsanîyetî û ya hê giringtir minet nîne. Alî û Amer, Îsa û Mûsa, Mihemed û Ebûbekir û Hesen û Hiseyn - hemû cîrok û cîvanokin.
Van dijminan xwestin Koban ê jî bigrin, wan di got ew xelekeke zeîfe, ewên bikaribin zû bigrin. Lê bi șerekî cengewarî keç û lawên me yi kurdên Rojava bi arîkarîya dostan pișt li wan șikandin, Koban a xwe parastin û nav ê xwe li dinyayê belavkirin. Li vir jî bi deh hezaran xortên me yî delal hatin qetlkirin bi destên van dijminan. Li ser van qahraman û șehîdên me gelek pirtuk, tîyatro. filîm hatina afirandin û ked û navên wan li cîhanê belavbû. Gotina me yî meșhûr ku dibêt ”Zêr zanit, zor zanit – devê tivinga mor zanit” di cih ê xwe de ye. Eger neteweyek xwe organîze nekê, bo dewletbûnê tekoșînê nekê û nebê xwedîyê cih û war ê xwe, ewên her tim stûxwar, li ber derîyên xelkêndin mîna sêwî û xulaman, rezîl û perîșanbê.
Van dijminan li bakurî walêt jî, mîna hevrêyên xwe yî li bașur û rojava, gelek kesênmeyî bê suc û guneh (cînayetên faîlî meçhûl di salên 1990 an de, li Suruçê, li Amedê û li Ankarayê) qetlkirin. Li bakur îspatbû ku ewan dijminan ne tené çend îslamîstin, lê ewan li gel hûkumet û dewletênjî di îtîfak û hevkarîyêdene. Bo wilo jî rol û sembola hûkumeta bașur giringe û serbilindayîya me ye. Serokatîya bașur soz û qewl dan ku tola șehîdan bistênin. Serokwezîrên me, yên birîndar li nexweșxanan zîyeretkirin. Evan temînatan û nîșan û sembolan krîterên xwedî lêderketina hemwelatîyane, ewlekarîya kurd û krurdîstanîyana, kar û wezîfeyên hûkumet û dewletêne. Em bi hêvîne ku dewletbûna bașurî walêt, wê bibe realîtekek rojek, Va ye ji nihade gelek krîterên dewletbûnê realîtene jî: ziman û kultur, coxrafya, bazara aborî, parlamento/hûkumet û ewlekarî/pêșmerge hene û di jíyanêdene. Tenê îtîrafkirina dewleta Kurdistan ji alîyên dewletêndin nehatîyakirin. Ew jî wê rojek çêbibit – EGER EM KURD AQILANA SÎYASET BIKIN: BI AWAKÎ DEMOKRATÎ YEKÎTÎYA XWE ÇÊBIKIN Û LI GEL DINYA MODERN DOSTANÎYÊ AVABIKIN –HELBET NE HÊSANA, LÊ NE XEM Û XEYELA JÎ.
Divêt em jibîr nekin ku zûrîyeta îslamîstan tevan (daeș, al qaîda, heșdî șabî, al nusra, hamas û huzbullah û grubên îslamîstên tirkan) dijminên gelê kurdin. Ewan me mîna aletên xerb dibînin/dijminê hebûna xwe dibînin û çavên xwe yî pîs berdana xaka Kurdistan. Divêt em li gel hûkumet a xwe yî bașur, bi dil û can, șerê van dijminan bikin û gelê xwe, walat ê xwe bi parêzin û yekemîn qûwet ú organîzasyona ku bi vê wezifeyê rabêt û berpirsîyarê parastina gel û walêtê PÊȘMERGE YE.