Nuri Aldur
Ev demeke ku ez bi rêça Youtube li kanal û TV ên tirkî guhdarî û temașe dikim. Evan kanalan yan yên meclîsa Ankarana anjî yên grub, rêxistin, dîtin û bawerîyên sîyasetên cudane. Ezê li vir li ser van kanalên grub û sîyasetan rawestim. Evan kanalan ji alîyên teknîkî û bernametîyê ve pêșketî û modernin. Moderatorê(berpirsîyarên) bernamên mûnaqeșeyan hene û ewan her dixwazin ku karekî baș bikin û eger ne hemû caranjî be bi piranî biserdikevin.
Di hinek ji van kanalande beșek ji van mêvan anjî beșdervanan muhafazakarin/nijadperestin û beșêndin jî kemalîstin/sekûlerin. Car carnan, lé gelekî kêm caran, tek tuk kurdna jî (anjî dostne kurdan) dawetî van bernaman dikin. Dema babet mesela kurdîbe(di karê li ser bașûrbe, rojavabe anjî bakurbe) hema bêje her dem yên mûhafazakar dijî doza gelê kurdin. Rexê kemalîst/sekûleran li vir dibine dû beș: beșek kemalîstên sunddayîne û hevalbendên CHP êne. Beșêndin jî kemalîstên sekuler û demokratin. Kemalîstên demokrat ji yên sunddayî, di babeta kurdande, hinekî bêhtir bi dil rahmtirin. Yên mûhafazakar her mesela kurdî mîna heman milet, heman ol û heman hemwelatî dibînin û ew meselê difitilênin û dizîvirênin her tênine mesela terorîzmê û van demokratan, mîna hevalbendên terorîzm û terorîstan damxa dikin.
Lê tiștekî herî balkêșe û ew tișt jî TEMA VÊ NIVÎSÊYE; ew jî eve ku evan beșdarên van bernaman, xwe akademîsyan û zanyar dibînin û her ne tenê xwe wilo dibînin - ewan xwe weke doçent-doktor, alim, rojnamevan, analîzcî, sîyasetmedar û profesor jî didine nasîn. Dema mûnaqeșe destpêdike anjî sohbet hinekî germdibe – evan qașo zanyaran dev ji hemû krîter û prensîbên ilim diberdin, çav û rûyên wan sordibe, kef û agir ji devên wan dibarê û ewan dibine mîna milîtanan, generalên gaddar, esker û polîsên dewletê. Dijminatîya gelê kurd di peyv, gotin û axaftinên xwe de hișkere dibêjin û kesên din/mûxalifên xwe îxbar û tehdîd dikin. Gelek caran ewan sixêf û gotinên ne li rê jî dikin û dibine mîna gurên har û dev bi xwîn. Di van demên wilode ez weha di hizirim: EGER ALIM Û ZANYARÊN WAN WEHABIN – MA GELO YÊN NA DI VAN KATEGORÎYAN DE WÊ ÇAWABIN? Wa dîyara ku hemû alî- û nokteyên jîyana rojanê li wir li gor kultur û sîstema alaturkaye! Guhertin, reform, jîyaneke baș û xweștir zû bi zû çênabit – eger çêjîbibit yan wê gelekî bihabêt (kuștin/ qetlîam) anjî wê pir derengbit.
LÊ DÎSE JÎ KIFȘ NABE: MA KÊ DIGOT WÊ SADDAM BIÇÊ ANJÎ KÊ BAWER DIKIR KU DÎWARÊ BERLÎNÊ WÊ XERABBIBE?