NURİ ALDUR: RESENSÎYONA LI  SER  PIRTUKA  NIVÎSKAR  GÖRAN  GREIDER  

.

Nuri  Aldur.

BARNDOMSBRUNNEN  - En historia om sjukdom och minne i brutna rader.  2021,  349 pel.

Ez karim gotina ku pêwîstbû dawí bêt gotin nuha di serê vê nivîsêde bibêjim;  pirtuka rojnamevan û nivîskar  Göran Greider xwedî  naverokeke  dewlemend û xwedî  kalîteyeke bilinde. Berî bi demekê Göran bi nexweșîya penceșêrê ketibû û di van her dû salên dawîde wî bi gelek  êș û zehmetîyan, keft û leftan û mîna ku tekoșerek ji bo armanc û hedefên xwe dixebitê - wî jî li dijî nexweșîya malxerab  penceșêrê kete keft û leftêde û bo jîyana xwe di tekoșî.

Gah bi ambulansan   û gah jí bi araba xanima xwe (Berit) çûn û hatina neqaba nexweșxanan û malê bo wí bûbû wek karê rojan. Helbet di van kêlîyanda  nexweșîyê  Göran pir diêșand û laș û canêwî di peritand û ew bêhal dikir. Lé tiștê herî ecêb  jî eve ku însan  carna teslîm nabé û dixwazê her bi tekoșê: hinek bí sîlah, hinek bi pere û hinek jî bi awayêndin xebata xwe bo hedefên xwe  didomînin. Göran jî bi pênus anjí tilih  û  hișê xwe;  kul ú derdê xwe, bîranîn û hêvîyên xwe dianîna ser kaxez an jî iPadê. Piranîya  nivîsên pirtukê,  wî li nexweșxanên cûda,  li korîdor û di odayên ku ew li benda dîtina textoran, rontgenkirinê anjí di textên xwe yî îstîrahetêdebû hatina hûnandin û dawî wî ev berhema delal û bi zad  afirandîye. Destê te  saxbê Göran  Greider.

Göran nuha halî hazir xwe baș dibînê û wî dest bi kar û șixûlê xwe krîye. Balkêșe ku Göran ne tenê li ser nexweșî, dermanan, textoran an jí tenduristîyê  xebitîye, wî pirtuka xwe (mîna bexçekî bi gelek  rengegulan) bi gelek alîyên jîyanê xemilandîya: li ser zaroktîya xwe,  malbat  û dostên xwe, civat û welatên xwe  pir nivîsîye. Ew qala dê û bavên xwe dikê û rewș û halên  wan yên ferdî û hesas jî pêșkêșî me xwendevanan dike û bê guman herkes vî karî nakê, an jî nikarin bikin. Eger mirov bi pirsê bê ma gelo di vê pirtukê de çi heye  - hingî bersiv karêt weha bê;  ma gelo di pirtukê de çi nîne? 

Ji felsefê heta sîyasetê, ji ekonomî heta psîkolojîyê, ji Swêd heta enternasyonalî û ji meselên ferdî heta yên kolektîvî di vê berhemê de cihê xwe girtine – lê evan fenomenan tevan bi awakî sîstematîk û xweșik  (ne bela wela anjî bê metodîk) hatina rêzkirin û mîna xetên zêrîn di kevina nav standardên edebîyata zimanê swêdî. Eger ez bibêjim ku ev pirtuk mîna ansîklopedîyekê ye  bawerim wê  hîç  ne xelet be.

Nexweșîya penceșêrê gelek kesan, hem fizîkî û  hem jî  psîkî, bêhal dike û ditirsênê û helbet Göran jî însana û ew jî gelek caran qala mirinê dike. Herdem dermankirin, cîh/beș guhertin ú hemû awayên tedawîyan  Göran bêhal û perîșan dikirin, lê dîsa jî wî hêvîyên xwe hunda nedikirin û ev tișt jî  belkî  ne qismetê  me  hemu  kesan e.

Fermo  em  tevde  çend  gotin anjî  hevokên  nivîskar ji pirtuka  wî  pevre  bixwênin:

Li korîdora nexweșxanê dengê  jineke nexweș têt guhên Göran ku digot: ”mirin ronahîyeke”  lê di heman demê de Göran jî  di  iPada xwe  de hevoka ”jîyan ronahîyeke” qeyd dike. p. 84  

”….Bavê min detspêkir  ku bîranînên  xwe binivîsê û nivîsî jî, lê netîce tenê bûne çend hevok û hew. Dayika min yek hevok jî nenivîsî…”. p. 215 -216 

”,,,,Dema êșa laș gran dibê, tekoșîn jî hinek kêm dibe. Ez ji tecrûbên xwe dizanim ku dema qebzên zahmet çêdibûn ne  ji erd û nejî ji azman tu çare û hêvî nediman……hingí min  hawara xwe digihande xwedê û dayika xwe  ku werin min  ji  vî  gûwê min   rizgar bikin….”.  p.263 - 264

”Ez wilo hîs dikim ku ava gurçikê min zêde dibe, ewrekî ecêbî havînî li ser bînayên nexweșxanê xwîyaye û bo kampanya azadbuna Öcalan îmza xwe didim,”. p. 85

20.11.2021 

 

 

Kurdistan Haberleri

Qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê hatin kirin
Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn