Navê pirtukê: op.101
Albert Bonniers förlag, 2021. 141 pele
Nivîskar Horace Engdahl bi van gotinên hinek xemgínî û qeherî dikevê nav babeta pirtuk a xwe: ”…nermîtî/xweșîtîyamin ji min hate dizîn…”(1). Bawerim piranîya xwendevanan dizanin ku Horace Engdahl endamek ji yên Svenska Akademin ya ku xelatên Nobelê di hemî beșên ilmîde dide aliman û ev akademî li hemî cîhanê bi rûmeteke bilind û bi nav û denge. Piștî prosesa Metoo û nexweșî/problemên di nava koma akademîyêde, dubendî/sêbendî di komêde çêbûn û Horace jî nasîbê xwe ji van qerqeșûnan girt û ew hate rexnekirin û heta ku merov karê bibêjê ku bêhn jî lê hate tengkirin. Lewma nivîskar dibêjêt ku qis û gotinên wan kesan bandorekî nebaș li ser karakterê wî kirin. Nivîskar dibêjêt ku dema ew pirtukên xwe yî nû û kevn dide berhev, ew dibîne ku di yên berêde xweșî, bawerî, nermîtî û serbestîke vekirî heye. Lê di yên van demên dawîde bêhntengîk, acizbûnek û belkî jî hinek kesêșandin jî heye û bê guman ev rewș bo wî nexweș û zahmetdibe.
Nivîskar li ser rewș û rola jin û mêr anjî liser azadîya seksualîtêta di nabeyna jin û mêrande bi awakî hurgilî/rexneyî dirawestê. Li gor nivîskar jina xort û kamilî xwedî gelek maf û azadîya cinsîye û lewma jî ewan di hilbijartinên xweyî cinsîde gelek serbestin, lê ev tișt ji mêranre ne wiloye. Nivîskar gelek mîsal û îzahan di vê temayêde pêșkêșî xwendevanên xwe dike û van mîsalan û șîrovedike.(2)
Demên xerab û zahmet gelek tiștên ku merov bawernedikir ku merov karîbû bêyî wan bijî û tu ji wan têt mahrûmkirin, anjî ewan tiștên ku li cem te mîna karakterêtene û mûqadesin bo te –ji te tên standin: erê çine ewan tiștan? Ewan tiștan navêteye, statusateye, dilxwazêntene û her yên mîna van nokteyên giringin. Lê ev demên zahmet te fêrî gelek tiștên baș jî dikin, mîna ku tu ji xwe bi pirsî bê ma tu kîyî anjî bo çi tu dijî ûhw…(3).
Bi çend gotinên nivîskar yên baș û xweș ezê dawîyê li vê nivîsê bênim:
”Eger merov pir his ji șașîtîyên xwe nekiribana, terkandina wan wî gelekî hêsanbe…”.(4)
”Dema malbatek bi jevberdanê têk diçe û tar û mar dibe, eve mîna ku neteweyek ji nexșê hundadibe. Ala wan hew dîyara û marșa netewî jibîrdibe…”.(5)
Çavkanî
- p. 23
- p. 28
- p. 63
- p. 64
- p. 99
Nuri Aldur