Ji bo ku nêzî 10.000 welatiyên xwe yên li kampên li bakurê rojhilatê Sûriyê bibin welatên xwe, pisporên mafên Neteweyên Yekbûyî do bang li 57 dewletan kirin.
Li kampên li bakurê rojhilatê Sûrîyê, nêzî 10.000 jin û zarokên bîyanî yên bi DAIŞê re tekildarin, di şertên dij mirovî de, bêyî pêvajoya dadmendî dimînin.
Pisporan diyar kirin, gor qanûnên navneteweyî, ew dewlatana ji paş ve birina hemwelatiyên xwe berpirsiyar in.
Hevdem, heke delîl hebe divê kesên mezin bi sedema tawanên şer yan tawanên din li dadgehên navxweyî wan bidarizînin.
Raportera taybet ya NY bo parastina mafên mirovan ya di tekoşîna di dijî terorîzmê de Fionnuala Ní Aoláin, li ser mijarê axifî.
Ní Aoláin da zanîn, ev meseleyeke girîng û lezgîn e û wê tevî Brîtanya, Çîn, Fransa, Federasyona Rûsya û Amerîka bi tevahî 57 welat wek 'lîsteya şermê' bi nav kir.
Hevdem, wê destnîşan kir, bêwelat hiştina kesekî nehiqûqî ye û zêdebûna rêjeya dest girtina mafê welatbûna ji mirovan rexne kir. Ní Aoláin got.: "Ev jin û zarok di rewşên dij-mirovî û gelek xirab de dijîn. Li gor qanûnên navneteweyî, şert û mercên li van kampan dibe ku encamên mîna îşkence, nêzîkatîya nebaş û dij-mirovahî derxîne holê,”
Hin jinên li wan kampan jiber ku li ser înternetê bi mîlatanên DAIŞê re zewicîne, hatine van hereman. Lê, zarok ne mafdar bûne ku di derbarê anîna xwe de tiştekî bêjin yan ji jixwe li wir hatine dinê.
Ní Aoláin balkişand ku ev jin û zarok mîna sembolên hemî metirsiyên dewlet û neteweya nin.
Neteweyên Yekbûyî eşkere kir û got, meha borî ew hatine agahdarkirin ku di nava 15 rojên meha Yek, Rêbendanê de, li kampa el-Hol 12 hemwelatîyên Sûrî û Îraqî hatine kuştin.
Nî Aoláin got, Kanada, Fînlandiya û Kazakistanê hin hemwelatiyên xwe birine û kêfxweşiya NY anî ziman.
Tevî nêzî 9.462 jin û zarokên bîyanî li kampên el-Hol û Roj zêdetirî 64.600 kesên ku bi şewazeke tekildarî DAIŞê nin, têne girtin.
Ev kampana, ji hêla Rêvebirîya Xweser ya bi rêbertiya Kurdên Sûrî ve têne rêvebirin û piraniya wan kesana welatiyên Iraq û Sûrîyê ne.