Di raportê de hat diyarkirin, di navbera 3 - 4 hezar çekdarên DAIŞê li Lîbyayê hene û yên çalak jî bo Afganistanê tên veguhastin.
Raportê amaje bi wê kir, çekdarên DAIŞê di nava xaka Sûriyê de dikarin êrîş bikin. li Iraqê jî, digel ku ti dever di destê wan de nîne lê wek şanên nivistî li navçeyên beyabana Iraqê hêj çalak in.
Raportê da zanîn jî tevî ku çûna çekdarên biyanî di nava rêzên wê rêxistina terorî, hejmarek mezin ber bi Afganistanê çûne. Tê pêşbînîkirin ku ji 3500 – 4500 DAIŞî li Afganistanê bin.