Navenda Nûçeyan- Şandera Taybet ya Netewên Yekgirtî ji bo Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert tekez kir, pêwendîyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ber bi baştir bûnê ve çûn e.
Dilgiranîya xwe jî, ji rewşa Şingalê derbirî, ku jiber nebûna rêkeftina Bexda û Hewlêrê û astengîyan, nikarin alîkarîyên mirovî pêşkêş bikin.
Amaje bi wê yekê jî kir, Penaber bi berdewamî, ji Sûrîyê berê xwe didin Herêma Kurdistanê.