Serokê Sûriyê Beşar Esed rizamendî nîşan daye ku du deriyên sînorî di navbera Tirkiye û bakurê rojavayê Sûriyê de bo dema sê mehan werin vekirin, da ku alîkariyên mirovî bigihin destê ziyandîtiyên erdhejê.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ragihand, Serokê Sûriyê Beşar Esed rizamendî nîşan daye ku du deriyên sînorî di navbera Tirkiye û bakurê rojavayê Sûriyê de bo dema sê mehan werin vekirin, da ku alîkariyên mirovî bigihin destê ziyandîtiyên erdhejê.
Antonio Guterres diyar kir: “Em destxweşiyê li biryara Serokê Sûriyê dikin ku biryar da, herdu sînorên Bab Selam û El Raî yên navbera Tirkiye û bakurê rojavayê Sûriyê, bo dema sê mehan werin vekirin.”
Rêxistina Kumspiyan ku li ser rizgarkirina xelkê di bin kavilan de dixebitin, ragihand; li navçeyên ku di bin desthilata opozîsyona Sûriyê de ne, hejmara kesên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dane, gihîştiye 2 hezar û 274 kesan.