NY: Ti hincetek ji bo kuştina xwepêşanderên Iraqî nayê qebûlkirin

Nûnera Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî ya bo Karûbarên Iraqê dibêje: “Ti hincetek ji bo kuştina wan xwepêşanderan ve nayê qebûlkirin, ku bi awayekê aştîyane daxwaza guhertinê dikin.”

Navenda Nûçeyan- Nûnera Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî ya bo Karûbarên Iraqê û Berpirsa UNAMÎyê, Jeanine Hennis Plasschaert ragihand, girtin û revandin hêj jî li Iraqê gefeke mezin e û bi gotina wê, proseya demokrasî li Iraqê di jêr metirîyeke mezin de ye.

Hennis Plasschaert li pêşberî hemû endamên Encûmena Asayişa Navdewletî, raporta xwe ya derbarê rewşa Iraqê de xwand û dîyar kir, ewên xwepêşandanê dikin, ji welat û nasnameya xwe hez dikin, ew tenê daxwaza jîyaneke baştir bo xelkê Iraqê dikin.

Berpirsa UNAMÎyê da xuyakirin, di xwepêşandanên wê dawîyê yên Iraqê de 400 kes hatine kuştin û 19 hezar kes jî birîndar bûne û destnîşan kir, xwepêşanderên Iraqî li hember bilindkirina dengê nerazîbûna xwe berdêleke giran didin.

Jeanine Hennis Plasschaert ji encamên Encûmena Asayişa Navdewletî re ragihand, xwepêşanderekê bi zelal ji wê re gotîye; “yan em dê bi rûmet û azad bijîn, yan jî em naxwazin bijîn.”

Wê rayedara NY dîyar kir, wê bi xwe serdana nexweşxaneyekê kirîye û bi xwe dîtîye ku zarokekî 16 salî bi gulleyên saçmeyî birîndar bûye. Jeanine Hennis Plasschaert da zanîn, ku dayika wî zarokî jê re gotîye, paşeroja tarî wiha li zarokên wê kirîye ku ji temenê xwe mezintir bifikirin.

Hennis Plasschaert amaje bi rêjeya bilind a kuştina xwepêşanderan li Iraqê kir û destnîşan kir, “ti hincetek ji bo kuştin û birîndarkirina xwepêşanderan nayê qebûlkirin” û divê ewên xelkê dikujin, bêne dadgehîkirin.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e