Di raporta New York Times de hat gotin ku herçend serokê Amerîkayê Donald Trump bêhêzbûna DAIŞê ragihandiye jî, lê ew rêxistina terorîstî bêhêz nebûye û hîn tevgerên xwe yên terorîstî berdewam dike.
Raport xwe dispêre çavkaniyên ewlehî û leşkerî û dibêje piştî daxuyaniya serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ku dema borî xilasbûna DAIŞê li Iraqê ragihandibû, ji wê demê heta niha DAIŞê li Iraqê 1200 kiryarên terorîstî pêk anîne.
Roja 10.12.2017ê serokwezîrê Iraqê yê wê demê Heyder Ebadî serkeftina hêzên Iraqê ya li dijî DAIŞê ragehand.