OCHA: Pêdiviya 1,8 milyon Sûriyeyiyan bi ava paqij heye

.

Ofîsa Hevahengiyê ya Kar û Barên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ragihand ku vê havînê bi awayekî bilez pêdiviya yek milyon û 800 hezar Sûriyeyiyan bi ava paqij heye.

OCHAyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser bêçareyiya xelkê ya ji ber nebûna avê û got:

“Ev demeke dûr û dirêj e xelk derd û êşan dibîne, herwiha tê pêşbînîkirin ji ber pêla germê û krîza avhewayê ev pirsgirêk berdewam bike.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Sindoqa Sûriyeyê ya Mirovî tankeran dide da ku av bigihe kampên li bakurê Sûriyeyê.

Berdevka Tîma Avhewayê ya Ofîsa OCHAyê Zanita Sumurusê bal kişand ser girîngiya karên beriya karesatê û pê de çû:

"Dibe ku karên beriya hatina karesatê bandora pêlên germê kêm bikin.

Ev jî bi rêya alîkarîdayîna xelkê û wergirtina tedbîrên pêwîst ên wekî başkirina sitargehan an dabînkirina avê pêkan e.”

Pirsgirêka bêaviyê

Piraniya kampên koçberan ên li bakur û bakurrojavayê Sûriyeyê û herwiha yên li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji ber kêmbûna ava paqij dinalin.

Nêzîkî 5 salan e ku li bajarê Hesekê û derdorê zêdeyî yek milyon kesan ji ber qutkirina ava Santrala Elokê ya li navçeya Serê Kaniyê di rewşeke gelekî xirab de ne.

Kurdistan Haberleri

Besam Îshaq: Amerîka dê 400 leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle
Papayê Vatîkanê mir
Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye