Odeya Bazirganiyê ya Bexdayê, li dijî êrîşên Tirkiyê banga boykotkirina malê Tirkî kir.
Serokê Odeya Bazirganiyê ya Bexdayê Firas Al Hamedanî bi daxuyaniyekê diyar kir: “Salane bazirganiya li gel Tirkiyê 20 milyar dolar e, eger boykot bikin wê zererek mezin li aboriya Tirkiyê bibe. Bi vê re jî wê ev gav li dijî komkujiyê bibe bersivek xurt.”
Herwiha Firas Al Hamedanî banga boykotkirina malê Tirkî li hemû gelê Iraqê û bazirganên Iraqî kir.