Wezîrê Berê yê Dadê yê Îslendayê Ogmundur Jonasson li ser sedemên bêdewletbûna Kurdan got, “Di demên borî de dewleta Kurdan tunebûye û kariye biparêze.
Bê dewlet jî karîne wê bikin lê sedem, ne kiryarên Kurdan bixwe ne ku ziman û çanda xwe ji dest didin lê belê sedem girêdayî yên din e ku zordestî û guvaşan dikin, divê ew yek jî were rawestandin.
Li vir hemû cîhan berpirsyar e.”
Ogmundur Jonasson bi gotinên “Piştgiriya Kurdan û têgihiştina pirsgirêka Kurd her dem bi me re bû li Îslendayê” da zanîn ku haya xelkê Îslandayê ji Kurdan û doza wan heye.
Jonasson da zanîn ku ew çend caran çûye Tirkiyeyê û ragihand, “Tiştê ku me li Tirkiyeyê dît girtina bi hezaran kesan e.”
Jonasson li ser helwesta dewletên din a li hemberî êrişên Tirkiyeyê got, “Hemûyan dawiyek ji bo hovîtiyên ku artêşa Tirkiyeyê li deverên sînorî pêk tîne dixwest.”
Wezîrê Berê yê Dadê yê Îslendayê li ser armanca Îraqê diyar kir, “Bexda dixwaze Kurdistana Îraqê qels bike.”
Ogmundur Jonasson daxuyand ku doza Kurdistanê meseleyeke gerdûnî ye û pê de çû:
“Dibêjim jî miletê ku çand û zimanê xwe diparêze û ji bo dadperweriya civakî dixebite, ti carî nayê têkbirin lê eger rê bidî ku kesek çanda te ji te bidize, zimanê te bidize û kelepûra te bidize, wê demê dibe ku têk biçî.”
Li aliyê din, Jonasson wiha behsa serpêhatiyeke xwe ya li Amedê kir:
“Min li Amedê hin çalakvan dîtin, sala 2017an bû, yekî ji wan tiştek got ku ji bîra min naçe.
Wî got, ‘Xema me mexwe, em dê rizgar bibin û dê heta dawiyê şer bikin, em têk naçin, xemê li xwe bixwe, xema Ewropayê, xema beşên din ên cîhanê bixwe û ji zelîlbûnê rizgar bikin.”
Hevpeyvîna Wezîrê Berê yê Dadê yê Îslendayê Ogmundur Jonasson a bi pêşkeşkarê Rûdawê Niwêner Fatîh re wiha ye:
Rûdaw: Birêz Jonasson, ez zafî kêfxweş im ku tu mêvanê min î û tu bi xêr hatî Kurdistanê.
Ogmundur Jonasson: Zor spas.
Spas, pirsa yekem, te pirsa Kurd çawa nas kir?
Ogmundur Jonasson: Bi rastî, her tim baldarî û nasîna pirsa Kurd li Îslendayê hebû. Em nola Îslendiyan beşek ji Padîşahiya Danîmarkayê bûn û me dixwest serbixwe bibin ku me di 1944an de serxwebûn wergirt.
Me serxwebûna xwe li ser bingeha erdnîgarî û çandê damezrand û têgihiştineke me ya baş ji bo her kesê ku niha heman tiştî dixwaze heye. Dema ku ez ciwan bûm, min gelekî li ser pirsa Kurd xwend. Wê çaxê çend kesên Îslendî jî hebûn di hemî asoyên cihê yên siyasetê de ji rastê heta çepê ku bangewazî ji bo pirsa Kurd dikirin. Yek ji wan birayê bapîrê min bû ku muhafezekar bû, îcar rojnamegerekî me yê çep hebû ku gelekî li ser Kurdan dinivîsî, dûv re Erlendur Haraldssonê me hebû.
Em qala kîjan salê dikin, salên heftêyî?
Ogmundur Jonasson: Salên şêstî.
Salên şêstî!
Ogmundur Jonasson: Erê Salên şêstî. Ez sala 1948an ji dayik bûm. Loma ew çaxek bû ku min her tişt meraq dikir û Erlendur Haraldsson ku piştre li Zanîngeha Îslendayê bû profesor, ew bû yek ji berdevkên Kurdên Îraqê li Almanyayê di salên şêstî de, seriyek da Barzanî jî û bû dostê wî.
Ew li çiyayan ziyaret kir, pirtûkek nivîsî û min jî pirtûk xwend, min gelek gotar jî dixwendin, bi vî awayî ez di bingehê de bûm nas.
Gava Erlendur Haraldsson mir jî berî çend salan piştî ku Barzanî ziyaret kir, ez yek ji wan kesan bûm ku min rahişt tabûta wî dema hat veşartin. Tu dizanî, ne ji ber ku ez û wî ji hêla siyasî ve hevnêrîn bûn çimkî em ne wisa bûn lê em her du di tiştekî te hevgirtî bûn, me her duyan piştevaniya Kurdan dikir loma piştgiriya Kurdan û têgihiştina pirsgirêka Kurd her dem bi me re bû li Îslendayê.
Nexwe erdnîgariya ku navê wê Kurdistan e jibo xelkê li Îslendayê tiştekî naskirî ye?
Ogmundur Jonasson: Erê naskirî ye. Awayê ku ez bi pirsa Kurd re di salên borî de tevgeriyam jî ev bi rêya karkirina min li Starsburg û Encûmena Ewropayê bû, min gelek Kurd li wir dîtin ku piraniya wan Kurdên parçeyê Tirkiyeyê bûn. Ez li wir bûm beşek ji însiyatîfeke navdewletî, Azadî ji bo Abdullah Ocalan, Aştî li Kurdistanê.
Ez wê demê gelek caran çûm Tirkiyeyê. Ez di vê çarçoveyê de pênc caran çûm wê derê û min gelek kesên ku ji bo pirsa Kurd dixebitîn nas kirin.
Niha ez li vir im, li Kurdistana Îraqê li ser vexwendina Kongreya Neteweyî ya Kurd (KNK). Li vir me gelek aliyên siyasî ziyaret kirin û me têkilî bi hemû partiyên siyasî re danîn. Ez li vir im da ku têgihiştinekê li ser siyasetên vî welatî herwisa aloziyên wî yên cografî bi dest bixim. Ev jî ji min re gelekî balkêş bû ku min ev kiriye.
Ango mebesta serdanê avakirina têkiliyên bi partiyên siyasî re ye, li gorî min tu hefteya borî li vir, li Kurdistanê bi hemû partiyên siyasî re civiyayî?
Ogmundur Jonasson: Erê herwisa ji bo fêmkirina rewşê ye. Tu dizanî, tiştê ku me li Tirkiyeyê dît girtina bi hezaran kesan e, kesên akademîsyen, parêzer û rojnameger, bi awayekî sereke kesên Kurd.
Vêga jî vê dawiyê em zêdebûna tundûtûjiyê li Rojava û li ser sînorên Kurdistana Îraqê û Tirkiyeyê dibînin û em zafî dilgiran in di vî warî de û em dixwazin têbigin çawa dikare ev bê rawestandin çimkî ev bêguman ne tenê gef e li ser kesên ku li jêr êrişê ne lê li ser hemû deverê gef e. Em ji ber vê yekê li vir in da ku em aloziyên jeopolîtîkî fêm bikin.
Birêz Jonasson, di gotûbêjên te yên li gel partiyên siyasî yên cuda de ku her yek xwedî siyaset û nêrîneke siyasî ya cuda ye, li gorî te Herêma Kurdistana Îraqê di bin gefeke mezin de ye, te di gotûbêjên xwe de hest bi vê yekê kir?
Ogmundur Jonasson: Erê pir jî. Li gor min, ev bingeha pirsgirêkê ye. Hemû kesên ku me ew dîtin aştî dixwest. Hemûyan dawiyek ji bo hovîtiyên ku artêşa Tirkiyeyê li deverên sînorî pêk tîne dixwest. Êdî çi ev welat be yan Rojava be lê êdî kesek gav bi gav li ser aloziyên jeopolîtîkî fêr dibe.
Ya ku ez dibêjim ew e ku hemû dizanin ku Kurdistaneke Îraqê ya demokratîk û xurt pirsa Kurd li her derê bihêztir dike, li Tirkiyeyê û Rojava û li Îranê jî. Ji ber vê yekê em van êrişan ji Îranê dibînin. Dîsa ji ber vê yekê em van zextên ku ji Tirkiyeyê li ser Kurdistana Îraqê tên kirin dibînin.
Ji ber vê yekê em dibînin ku Bexda dixwaze Kurdistana Îraqê qels bike, ev ne ji bo lawazkirina vir e lê ji ber rola wê di pirs û dosyeya Kurd li seranserê deverê de ye.
Yanî wêneyê mezin!
Ogmundur Jonasson: Li gorî min her çavdêrekî eşkere vê yekê dibîne.
Yanî armanc ne ev parçe tenê ye?
Ogmundur Jonasson: Na.
Li şûnê wêneyê mezin li ser nexşeyê ye?
Ogmundur Jonasson: Erê. Îcar pirs ev e ka em çawa xitimînekê dibînin û ev xitimîn kujer e, kujer e ji bo kesên ku di bin êrişê de ne û kujer e bi wateya ku gefê li aştiyê dike li seranserê Rojhilata Navîn û seranserê cîhanê, li seranserê cîhanê, loma erk ew e ku em şikandina vê xitimînê bibînin.
Li vir jî em li dîrokê dinêrin, em li salên 2013 û 2015an dinêrin ku pêvajoya aştiyê bi rê ve diçû û bi saya wê deriyên Îmraliyê hatibûn vekirin û Abdullah Ocalan karîbû beşdarî pêvajoya aştiyê bibe. Li gorî min, ger dest bi vê bê kirin dê wekî duh bandor bike.
Tu dest pê dikî û li cihên din jî li seranserê deverê bibandor dibe. Ez di wê baweriyê de me ku ev rêya tenê ya şikandina vê xitimînê ye. Lewra, ez dibînim, ez pirsgirêkên Kurdistanê dibînim ku gerdûnî ne ji bo hemû Kurdan, hemû deverên Kurdî.
Li vir li Kurdistanê, te behsa êrişan kir, Îran bi hincetên bêbingeh êrişî Kurdistanê dike!
Ogmundur Jonasson: Erê.
: Çi dikare were kirin, bi taybetî ji hêla civaka navdewletî ve, ji bo pêşîgirtina li wê yekê ku Îran careke din êrişeke wiha bike?
Ogmundur Jonasson: Divê em bizanin ku Tirkiyeyê ne aliyê tenê te ku were lomekirin lê hemû eniya Rojavayî, NATO, Yekîtiya Ewropayê, destê van hemûyan di vê yekê de heye. Em behsa rejîma Îmraliyê dikin, ku derdora 25 salan e Abdullah Ocalan girtiye.
Ev rêyek e ku ji xelkê Kurd re bibêjî, dibe ku ev bi serê te de jî were, dibe ku ew bi serê hemû wan kesan de were ku bi me re nînin, bi baweriya min Yekîtiya Ewropayê, Amerîkî û NATO, rola wan hemûyan heye ku li vir rola xwe dilîzin, çimkî dibe ku li seranserê Rojhilata Navîn ber bi rewşeke pir cidî ve biçe.
Balkêş e ku di van demên dawî de em derbarê êrişa Îranê de dibihîzin û bi awayekî berfireh di medyaya rojavayî de hat rûmalkirin lê ya ku nehat rûmalkirin ev corên êrişan di mehên borî de bûn, derbarê wan de tiştekî nabêjin me ku Bexda bi çi awayî û bi cîbicîkirina rêkaran hewla lawazkirina serweriya Kurdistana Îraqê dide û derbarê wan zextên ku Tirkiyeyê xistine ser wî welatî, ji me re nabêjin, divê behsa wan tiştan hemûyan were kirin û pêwîst e rojava wê yekê zanibe ku ev yek berpirsyariya wê ye.
Dwight Eisenhower, serokê berê yê Amerîkayê sala 1952an di gotarekê de got, tiştek ku divê lê haydar bî ew e ku kontrola civaka sazî û pîşesaziya leşkerî ji dest nedî, niha em kontrola wê ji dest didin û desthilatdariya cîhanê dike û divê were sekinandin, em dê jî vegerin Ewropayê û ez dê jî vegerim Îslandayê û em dê vê gotinê di nava xelkê de belav bikin ku berpirsiyarî ya me hemûyan e.
Dema em dibêjin Îslanda, hûn miletekî biçûk in lê hûn di parastina xwe de serkeftî bûne, Kurd dikarin kîjan ezmûnî ji Îslandiyan wergirin?
Ogmundur Yonasun: Tişta ku em bihêz kirin, baweriya me bi xwe bû, em tenê 400 hezar kes in lê belê ti deman em teqez piştrast nînin ku gelo em 400 hezar in an 400 milyon kes in. Em dizanin ya girîng, baweriya me bi xwe ye. Dibêjim jî miletê ku çand û zimanê xwe diparêze û ji bo dadperweriya civakî dixebite, ti carî nayê têkbirin lê eger rê bidî ku kesek çanda te ji te bidize, zimanê te bidize û kelepûra te bidize, wê demê dibe ku têk biçî.
Çand û man… Çand û zimanê Kurdî hîn jî rastî gef û qedexeyan dibin, wekî mînak li Îran, Tirkiye û li Sûriyeyê li gorî destûrê xwendina zimanê Kurdî qedexe ye. Li Îslendayê wekî miletekî biçûk, we çawa karî çand û zimanê xwe biparêzin?
Ogmundur Yonasun: Ji ber ku me xwest ku xwe biparêzin. Dizanî, tişt bi serê xwe naqewimin, her dem kesek heye ku wan dike, her dem hin kes hene ku tiştan dikin, heta ku baweriya te hebe ku tu bikarî û ji bo tiştekî dixebitî, divê wî karî bikî.
Bi baweriya min, tiştekî din ê ku ji bo me girîng bû yekîtiya di nava civakê de ye, di salên 2008 û 2009an de me qeyraneke bankî ya mezin hebû û niha em ji wê derketinê, çawa? Li Îslendayê metelokeke me heye ku dibêje, “Eger hûn li deryayê di hewaya xirab de bikevin tengasiyê, divê hûn bi hev re bêrikan bigirin û hûn dê bi wî awayî rizgar bibin” lê divê hûn li ser heman belemê bin, divê her kes li ser heman belemê be, lewra ew bi ti awayî ji bîrokeya yekîtiya civakî û dadperweriya civakî nayê veqetandin, ji ber vê yekê divê bibe beşek ji wê pakêtê.
Rûdaw: We dewleta xwe heye û Kurd bê dewlet in, di vê rewşê de Kurd çawa dikarin ziman û çanda xwe biparêzin, di demekê de ku dewleta wan tune?
Ogmundur Yonasun: Di demên borî de dewleta Kurdan tunebûye û kariye biparêze, bê dewlet jî karîne wê bikin lê sedem, ne kiryarên Kurdan bixwe ne ku ziman û çanda xwe ji dest didin lê belê sedem girêdayî yên din e ku zordestî û guvaşan dikin, divê ew yek jî were rawestandin.
Li vir hemû cîhan berpirsyar e, carekê min li Amedê hin çalakvan dîtin, sala 2017an bû, yekî ji wan tiştek got ku ji bîra min naçe. Wî got, “Xema me mexwe, em dê rizgar bibin û dê heta dawiyê şer bikin, em têk naçin, xemê li xwe bixwe, xema Ewropayê, xema beşên din ên cîhanê bixwe û ji zelîlbûnê rizgar bikin.”
Lewra ji bo rizgarkirina ji zelîliyê em li vir in û em van gotinan belav dikin û me di salên borî de jî heman hewl dane. Min li Îslendayê gelekî civîn hebûn, civîna giştî hatiye kirin, min gelek mijar nivîsandine, xelkên din jî heman tişt kirine, niha bi baweriya min tiştek diguhere, wiha dibînim, bi baweriya min eger li Îsraîl û Filistînê meyzînî, eger li Ukraynayê meyzînî, tu dê bibînî ku ta niha ji me re dihat gotin, dîrokê ji Sibata 2022yan ve dest pê kir, li gel dagîrkeriya bêsedem a Rûsyayê, wekî ku xwe dibêjin.
Li Îsraîlê dîrok nîne û ji 7ê Çiriya Pêşînê ve dest pê kir lê her kesekî dîrokeke wî heye, dîroka Cihûyan heye û dîroka Filistîniyan heye, dîroka Ukraynayê jî heye.
Niha ku li Rojhilata Navîn û Ukraynayê tişt gelekî cidî bûne, bala xelkê bêhtir li ser dîrokê ye û giringiyê didin wê. Niha xelk bêhtir behsa Sîverê dikin, niha xelk bêhtir behsa Lozanê dikin, 1920an, bêhtir ji berê.
Dizanî, cîhan hişyar dibe derbarê giringiya dîrokê de û ew jî ji bo Kurdan û Pirsgirêka Kurd baş e, ger em bizanin Kurd miletekî çiqasî mezin e û çawan tên neçarkirin, ziman û çanda xwe, bi baweriya min wê demê dê gelek tişt biguherin.
Niha ji hemû deman bêhtir şansekî baştir heye lê di heman demê de pir girîng e û pir bingehîn e ku em hişyar bibin derbarê pêwîstiya destpêkirina pêvajoya aştiyê de.
Rûdaw: Tu ti şansekî li Tirkiyeyê dibînî ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê û çareserkirina Pirsgirêka Kurd?
Ogmundur Yonasun: Bi baweriya min, pêdivî bi guvaşa derve heye, bi baweriya min pêwîstiya wê bi guvaşa Ewropa, Amerîka û NATOyê heye. Tu dizanî dema hovîtiyên salên 2015an û 2016an hatin destpêkirin, NATO li Brukselê di dawiya havînê de civînek kir û ya min fêm kir, glopa kesk pêxist ji bo ya ku qewimî û paşê me dît ku çi rû da.
Tu dizanî çi qewimî, ez jî dizanim çi qewimî lê belê yên din li cîhanê nizanin, pêdiviya wê bi dadgeha gel hebû, dadgeha xelkê li Parîsê ku xelk li wê derê civiyan da ku li ser wê mijarê bisekinin û lêkolînê li ser hovîtiya wan bikin.
Ez li wê derê bûm li Tirkiyeyê, dema du rojan li wê derê bûm û min dît, min kavilbûn dît, nîv milyon xelk koçber bûn û wê demê min soz da xwe ku ez dest jê bernedim heta ku ez wê dikim tiştekî giştî û piştî ku min hin kesên şahidhal vexwendin daku bêne Îslandayê û ji me re zelal bikin lê belê cîhan bêdeng bû, bêdeng bû, lewra erk ew e, tiştên ku rû didin, bên zanîn û niha jî em dixwazin ew were zanîn ku li navçeyên sînorî yên Kurdistana Îraqê çi diqewime, li Rojava çi diqewime ji ber êrişên Tirkiyeyê û em ji Yekîtiya Ewropayê re bibêjin, ji NATO û Amerîkayê re bibêjin, herwiha ji xelkê Ewropayê re, ku nabe ew yek were qebûlkirin, çimkî pêwîst e zext hebe û ji aliyê xelkê ve be.
Rûdaw: Tu paşeroja Rojavayê çawa dibînî?
Ogmundur Yonasun: Eger ji te re bêjim ku paşeroja Rojavayê çawa dibînim, herwiha paşeroja Kurdistanê bi giştî li Tirkiyeyê, ev der, Rojava û Îranê, ez gelekî geşbîn im. Ji bo Kurdan gelekî geşbînim lê belê dem jê re pêwîst e, gelek sal jê re pêwîst in, lê belê dibe ku bûyer bilez çêbibin.
Dibe ku pir bi lez tişt biguherin û bi baweriya min eger em bikarin pêvajoya aştiyê dest pê dikin, pêştir min behsa teoriya domîneyê kir, ji vir dest pê dikî û paşê yên din, tu dizanî ku ew bandor e û diçe, bi diyarkirî jî tu nizanî ku çi çêdibe lê dê baştir be ji bo hemû kesan.
Rûdaw: Eger tiştek hebe weke şîretekê bibêjî, ew şîreta te çî ye ku Kurd dikarin ji ezmûna Îslendayê werbigirin?
Ogmundur Yonasun: Ya berê min got derbarê çand, ziman û kelepûrê de, nehêlin ji te bidizin, wê demî tu nakevî.
Rûdaw: Ziman, çand û kelepûr…
Ogmundur Yonasun: Herwiha bê guman yekîtiya civakî, dadperweriya civakî hemûyan dibe ser keştiyekê.
Rûdaw: Têkiliya vê pirsa min bi Pirsgirêka Kurd re nîne, çima welatê te, Îslanda, ne endamê Yekîtiya Ewropayê ye?
Ogmundur Yonasun: Piraniya xelkê Îslendayê li dijî wê ne, em naxwazin bibînin ku masîgirtina me bikeve bin kontrola Ewropayê û em dixwazin pişkan ji xwe re bihêlin, ew yek ji sedemên serekî ye. lê belê sedemên din jî hene, tu dizanî Yekîtiya Ewropayê ji hemû deman bêtir bûye navendî-santralî.
Bi baweriya min, ji hedê xwe zêdetir li ser bingeha bazarkirinê hatiye avakirin, bazarkirina aborî, ew jî civakê ji demokrasiyê dûr dike, demokrasî nahêle yan kêm dike. Ewropa gelekî ber bi navendbûnê ve çûye û gelekî zêde li ser bingeha bazarê ye.
Bîrokeya herî xirab li Yekîtiya Ewropayê ku ez wiha difikirîm gelekî baş e, bîrokeya Herêmên Ewropayê bû. Herêmên Ewropayê, ne Ewropaya welatan û herêman, dibû ku ew bîroke gelek pirsgirêkan çareser bike, pirsgirêka Katalonya, pirsgirêka Bask û Skotlandayê. Wê yekê deriyekî nû vekir.
Eger Yekîtiya Ewropayê li ser bingeha herêman ba, wê demê dê girêdayî çand, ziman û xwestekên xelkê bana, ew paşerojek e ku ez piştgiriya wê dikim lê ya niha ku em biçin nav kompanyayeke bazara navendî, na, spas.
Rûdaw: Birêz Ogmundur Yonasun, gelekî kêfxweş bûm ku tu mêvanê min bûyî, gotûbêja li gel te pir xweş bû.
Ogmundur Yonasun: Gelekî spas bo te.
Rûdaw: Gelekî spas, careke din bi xêr hatî.
Ogmundur Yonasun: Spas.