Omer Fîdan: Ji bo pola zimanê Kurdî neyê vekirin her tiştî dikin

.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji bo dibistanên navîn dema bijartina dersên bijarte ango dersa zimanê Kurdî yên ji bo serdama 2022-2023an destpê kir. Xwendekar divê heta 21ê Çileya 2022an dersên xwe bibijêrin û rêveberiya dibistanên xwe agahdar bikin.

Mamostayên zimanê Kurdî, Rêxistina Perwerdeya Zimanê Kurdî, rêxistinên civaka sivîl û partiyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê dest bi kampanyayekê kirine daku malbatên xwendekaran, dersa Kurdî di çarçoveya dersa bijarte de hilbijêrin û bi zimanê dayîkê bixwînin.

Li dibistanên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, di polên 5,6,7 û 8an de malbat wek dersa bijarte, dikarin ji bo zarokên xwe dersa kurdî (Kurmancî, Kirdkî/Zazakî) hilbijêrin.

Rûdawê têkildarî vê mijarê li gel Endamê Komîteya Şêwirê ya Tora Çand û Zimanê Kurdî û Sekreterê Giştî yê PENa Kurdî Omer Fîdan hevpeyvînek pêk anî.

Ji sala 2012an pê ve û heta niha pêvajoyeke dersa bijarte ya Kurdî li dibistanan heye, ev pêvajo gihîşte kîjan qonaxê û li gor lêkolîn û raportên we encam çi ne?

Niha eger mirov bi awayeke giştî li mijarê binêre di sala 2012an de, tenê li çend dibistanan dersa bijarte ya Kurdî hat destpêkirin û di sala 2013an de jî biryar hat dayîn ku bi awayeke berbilav li ser kar bê kirin. Lê ji wê demê, heta niha ligel sê salên pêşîn ku pêvajoya çareseriyê jî wan salan hebû û bandora wê gelek zêde bû û serlêdan hebûn, lê niha ew serlêdan kêm bûne. Ji bo vê yekê jî gelek pirsgirêkên weke rojane, fermî û burokratîk ên him ji navend û him ji herêmê hene. Wek mînak bibêjim dewlet ango Wezareta Perwerdeyê tevî ku serlêdanên bo dersa bijarte ya Kurdî gelek kêm bûne jî dîsa naxwaze serlêdan hebin.

Serlêdanên ji bo dersa bijarte ya Kurdî kêm in an jî rê li ber serlêdanan tê girtin?

Ez di wê baweriyê de me rêya serlêdanê tê astengkirin. Wek mînak di xaleke zagonê de dibêje ku gerînendeyên dibistanan û  gerînendeyên herêmî yên ser bi Wezareta Perwerdeyê ve, divê xwendekaran agahdar bikin daku dersan hilbijêrin. Ew aliyên berpirsiyan dema vî karî dikin jî divê bala xwendekaran bide ser wan dersên ku ew dersên li herêmê bandora wan zêdetir e. Bi zelaltir bibêjim, divê gerînendeyên dibistanên li herêmê, bala xwendekar û malbatan bide dersên li vê derê xwedî bandor, ew jî dersa Kurdî ye.

Weke rojnamevanan, me nekariye amarên ku heta niha çend kesan serlêdan kirine û çend xwendekar beşdarî wan dersan bûne û bi giştî çend mamosteyên Kurdî hatine damezrandin bidest bixin. We weke Tora Çand û Zimanê Kurdî ev amar bidest xistine?

Bi rastî me hinek rapor ji bo Tora Çand û Zimanê Kurdî amade kirin û hinek amarên salên borî di destê me de hene. Xebatên dewletê ji bo vê dersê kirin çi ne; zanîngeh vekirin û di wan zanîngehan de beşên wêje û zimanê Kurdî vekirin. Salê derdora 100 kesan ji wan zanîngehan mezûn dibin. Lê dewlet her sal tenê yek kontenjanê ji bon wan vedike. Di sala 2014an de 17 mamosteyên Kurdî (Kurmancî û Zazakî), di sala 2015an de 9 kes, 2017an de 3 kes, 2020an de 2 kes û ji bo îsal jî tenê yek kes wek mamoste wergirtine. Wate em dikarin bibêjin, tenê 40 mamoste ji bo bi milyonan xwendekaran hatine wergirtin û niha ew mamoste li çar aliyên Tirkiyê kar dikin. Ligel vê jî di serdema 2013-2014an de 53 hezar xwendekaran ji bo dersa Kurdî serlêdan kirine. Di serdema 2014-2015an de 85 hezar malbatan serlêdan ji bo dersa bijarte ya Kurdî kirine. Weke diyar dibe; bi saya pêvajoya çareseriyê rêjeya serlêdana ji bo  dersa Kurdî zêde bûye. Lê mixabin ji wê salê û şûnde em amaran nizanin. Weke lêkolînerekî min serlî li Wezareta Perwerdeya Tirkiyê jî da û ser li  gerînendeya perwerdehiya parêzgara Amedê jî û serî li sendîkayên mamosteyên li vir in jî da, lê mixabin amarên teqez nedan. Em dikarin bibêjin bi 40 mamosteyan herî zêde 700-800 xwendekar dikarin werin perwerdekirin. Lê em behsa bi hezaran xwendekaran dikin.

Baş e, Kurd dikarin çawa van astengiyan ji holê rakin û vê benda ku danîne li pêşiya wan bişkênin?

Niha haya gelek malbatan ji vê pêvajoyê nîne. Mînak niha divê malbat heta 21ê vê mehê ji bo serdema bê ya perwerdehiyê serlêdana dersa bijarte bikin. Ev jî bi rêya gerînendeyên dibistan dibe, divê ew forman bidin xwendekarên pola çaremîn û ew xwendekar jî bi awayekî nivîskî wan forman dagirin. An jî dikarin bi rêya înternetê li ser hesabên xwe yên e-bayê serlêdanê bikin. Min ji çend gerînendeyên dibistan pirs kir, ew dibêjin li gelek dibistanan di daxwaznameyan de dersa zimanê Kurdî nîne. Zarok dema dersên bijarte hilbijêrin dersa Kurdî nabînin. An hebe jî nabêje dersa Kurdî. Tenê hate nivîsandin; ‘ziman û zaraveyên zindî’ û mixabin gelek malbat nizanin mebest ji vê çi ye.

Ji bo kesên me temaşe dike, hûn dikarin vê yekê zelaltir bikin?

Di dibistana seratayî de dersa Kurdî nîne. Niha xwendekar di dawiya pola çaremîn de serlêdanê dikin û di polên 5,6,7 û 8an de dersa bijarte ya kurdî ( Kurmancî, Kirdkî/Zazakî) hilbijêrin.

Eger dibistan forman nedin malbatan, ew dikarin çi bikin?

Malbat dikarin bi rêya înternetê jî serlêdanê bikin. Pirsgirêkek bi vî rengî jî heye, xwendekar di dibistana seratayî de ango di pola 4emîn de forma xwe didin, û dibêjin em dixwazin vê dersê werbigirin, lê di pola 5emîn de diçin dibistan navîn û gerînendeyên dibistanan carna ji xwendekaran re dibêjin formên we winda bûne. Carna daxwazname nagihêjin dibistana nû û carnan jî digihêje lê ew ji holê radikin. Divê malbat kopiyeke daxwaznameyan û hejmara tomarkirinê wê ligel xwe bihêle. Piştî ku daxwazname gihîşt dibistana nû, ji bo dayîna dersa bijarte divê herê kêm 10 xwendekaran daxwaz kiribe. Gelek caran gerînendeyên dibistanan jî naxwazin pola zimanê Kurdî vebe, ji ber ku ditirsin ku Kurdî ji wan re bibe serêşî. Ji ber vê yekê jî ji bo pol venebe çi ji destên wan bê dikin, eger 15 kesan jî daxwaz kiribin carna dibêjin 10 kes nînin. Haya malbatan jî ji hev nîne û bi vî rengî gelek caran pol nayên vekirin.

Ji bo pol bêne vekirin divê çi bên kirin?

Malbatên zarokan ji roja 3yê Çileyê heta heta 21ê Çileya 2022ya divê serlêdanê bikin. Malbat eger bi rêya înternetê bikin baştir e. Piştî ku serlêdana xwe kirin divê bişopînin û herin dibistana nû jî ji wan re bibêje me daxwanameya xwe daye.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Piştîwan Sadiq: Navçeya me di nava tunelekê de ye ku dawiya wê ne diyar e
Li Rojavayê Kurdistanê 'Komcivîna Kêmîneyan' hat sazkirin
Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn