Operasyona li Lîcê: 5 kes hatin binçav kirin!

Li Lîcê, operasyona leşkerî ya bi piştgiriya hewayî bi dawî bû û 5 welatî hatin binaçavkirin.

Li Lîcê, operasyona leşkerî ya bi piştgiriya hewayî bi dawî bû û 5 welatî hatin binaçavkirin. 


Duh, li çoltera mezrayên Karagoz, Goma Salo û Dablo yên girêdayî gundê Karahasan ê bi ser navçeya Licê ya Amedê serê sibê bi piştgiriya helîkoptêran dest pê kiribû. Helîkopterên Skorsky leşker danîbûn herêmê û operasyona dest pê kiribû heya saetên şevê dewam kir. Hat diyar kirin ku di  çarçoveyê operasyonê de herî kêm 5 kes hatin binçavkirin. 
 
5 kes hatin binçavkirin
 
Navên 5 kesên bi îdîaya “Alîkarî dayîna rêxistinê” hatin binçavkirin wihane: “Ahmet Erdak, Halîl Erdak, Mehmet Ekîncî, Suleyman Evran û Hakan Akdogan.” Leşkeran 5 kesên binçav kirin birin Qereqola Cendirmeyan a Lîcê. Hat ragihandin ku traktora Ahmet Erdak jî birine qereqolê. 
 
Li aliyê din, Ferît Aytek ê bi îdîaya îfadeya wî heye, roja Înê bangî Qereqola Cendirmeyan a Lîcê kirin, hîna dibin çavan de ye. 
 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne