Opozisyona Sûrîyê bi piştgirîya Tirkîyê dest bi êrişeke berfireh kir

Grûpên çekdar ên ser bi Tirkîyê ve li Idlibê êrişeke li dijî hêzên hikûmeta Sûrîyê dan destpêkirin. Artêşa Tirkîyê

Navenda Nûçeyan - Li gor zanyarîyan grûpên opozisyona Sûrîyê yên ser bi Tirkîyê ve li parêzgeha Idlibê êrîşeke berovaj dijî hêzên hikûmetê destpê kirin.

Li gor zanyarîyan grûpên çekdar ên alîgirên Tirkîyê li alîyên Neyreb û Seraqib êrişa li dijî hêzên hikûmetê dane destpêkirin.

Her li gor zanyarîyên berdest, artêşa Tirkîyê, bi armanca rêlibergirtina pêşveçûna wan, çeperên hêzên hikûmeta Sûrîyê yên li bajarokê Seraqibê topbaran dike.

Herwiha çavkanîyên xwecihî radigihînin ku grûpên çekdar hewl didin pêşveçûna hêzên Sûrî rawestînin û rêya Şam-Helebê qut bikin.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e