Osman Banîmaranî: Li nav YNKê de enîyek nû çêbûye!

Berpirsekî nerazî yê YNKê dibêje, piştî çaremîn kongireya YNKê enîyek nû li nav wê partîyê de çêbûye.

Navenda Nûçeyan- Endamê berê yê serkirdetîya YNKê, Osman Banîmaranî, ku dibêje nehîştin ez di kongireyê de bibim endamê serkirdetîya nû ya partîyê, ji BasNewsê re got, heta niha nayê zanîn ka dê pirsgirêka serkirdeyên nerazî yên YNKê dê çawa çareser bibe.

Osman Banîmaranî her wiha got, ji ber wê jî em niha li benda civîna encumena giştî ya serkirdetîya YNKê ne da ku biryar bide.

Wî serkirdeyê berê yê YNKê anî ziman ku ew dikare bêje piştî kongireyê, enîyek nû li nav YNKê de çêbûye bi navê “enîya nerazîyan”.

Zêdebarî wê yekê ku YNKê kongireya xwe li dar xistîye lê heta niha serokê partîyê nehatîye hilbijartin!

 Basnews

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e