Parlamentar û şaredarê berê yê Diyarbekirê Osman Baydemir bersiv da pirsa derbarê binçavkirina welatiyê bi navê Cemîl Taşkesen ku ji Meral Akşener re gotibû, ‘Ev der Kurdistan e, tê înkarkirin’ û got: “Divê dagirker bizanibin ku ew axa niha weke mêvan lê ne, yan dê wek Kurdistan qebûl bikin yan jî dê di paşerojê de bibin cîranên Kurdistanê.”
Serokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Parlamenterê berê yê HDPê yê Rihayê, Osman Baydemir îro Yekşemî 31ê Cotmeha 2021an li Parîsê beşdarî bernameya bîranîna Parêzgarê Kerkûkê yê berê Necmedîn Kerîm kir ku ji aliyê Enistîtuya Kurdî ya Parîsê ve hatibû sazkirin.
Osman Baydemîr piştî bernameyê li ser bûyera li Sêrtê ya nîqaşa di navebra welatiyekî Kurd û Seroka IYI Partiyê Meral Akşener de li ser Kurdistanê bersiva peyamnêrê Rûdawê Zinar Şîno da û got: “Li ser destûra we û destûra temaşevanên we, ew biraderê me (Cemil Taşkesen) ez dilê wî maçî dikim, bi rastî jî mala wî hezar car ava û ew der Kurdistan e û Kurdistan hezar caran ava. Lazim e dagirker bizanibin ku ew axa niha weke mêvan lê ne, ew axa yan dê wek Kurdistan qebûl bikin an jî dê paşerojê de bibin cîranên Kurdistanê.”
Baydemîr siyaseta înkarkirina gelê Kurd û çarenivîsa rejîmên înkarker li Rojhilata Navîn bi bîr xist û diyar kir, “Sedam jî Kurdistan nas nedikir ku xwedî hêzeke diyar bû. Rejîma Beis a Sûriyê jî Kurdistan nas nedikir. Rewşa rejîma Beisê îro li Rojhilata Navîn diyar e.”
Baydemir behsa hewldanên aştiyane yên gelê Kurd di dirêjiya dîrokê de kir û da xuyakirin, tevî ku gelê Kurd tim destê xwîşk û biratiyê dirêj dike, lê aliyên beramber “ji xwîşk û biratiyê fêm nakin”. Baydemir wiha got, “Divê em baş bînin bîra xwe ku mixabin ev hezar sal in Kurd destê xwe yê xwîşk û biratiyê dirêjî wan dike. Bi tayebtî di vê sedsala dawiyê de em ji bo xatirê şer û pevçûn çênebin û mafê me bên naskirin me destê xwe dirêjî wan kiriye, lê mixabin ew ji xwîşk û biratiyê fêm nakin.”
Siyasetvanê Kurd Osman Baydemir di beşeke din ji axaftina xwe de li ser helwesta xirab a Seroka IYI Partiyê Meral Akşener a li hember welatiyê Kurd ê li Sêrtê û desteserkirina wî piştî bikaranîna navê Kurdistanê nerazîbûna xwe wiha nîşan da û got: “Meral Akşener yek ji opozisyona herî bihêz e, lê mixabin ew Kurdistanê nas nake. Kesek dibêje ‘ev der Kurdistan e yekser tê desteserkirin’. Hêj Meral nebûye desthilatdar ev yek tê encamdan, gelo ew bibie desthilatdar dê ka çi bike.”
Baydemir diyar kir, “Divê em weke Kurdên çar perçeyên Kurdistanê bizanin ku ew me weke xwişk û bira qebûl nakin û me weke xwe nabînin” û wiha pê de çû: “Divê em li koka xwe vegerin û li koka xwe xwedî derbikevin û koka me Kurdistanî ye û Kurdistan jî ne çar e, lê yek e. Dema ew sînorên hatine danîn ji bav û kalên me nepirsîn û ji me jî nepirsîn. Lê divê îro me Kurdistanê bixin di nav dil û mejiyê xwe de weke wî biradarî me Cemil kirî. Wê demê ti dagirker dê nekare Kurdistanê tine bike. Heta yek Kurd hebe Kurdistan dê di dilê wî de bijî û dê mayinde jî bibe.”
Osman Baydemîr jî di sala 2017an de ji ber bikaranîna navê Kurdistanê di parlamentoya Tirkiyê de rastî bertekên parlamenterên Tirk hatibû û li ser pirsa seroka parlamenê ya ‘Kurdistan ku der e?’ jî destê xwe danîbû ser dilê xwe û gotibû: “Aha ev der e birêz Serok, aha evder e Kurdistan.”
Baydemîr ji ber bikaranîna navê “Kurdistan” bi awayekî demkî ji parlamentoya Tirkiyê jî hatibû derxistin.
Rûdaw